Temellî: Gel 40 sal in dev ji têkoşînê bernedaye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku AKP bi qirkirina siyasî dest bi xebata hilbijartina herêmê kiriye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî di civîna hefteyî ya koma partiya xwe de axivî û geşedanên di nava hefteyê de nirxand. Temellî, bal kişand ser operasyonên rojên dawî yên li dijî HDP'ê û wiha got: "Îro jî navenda wê Amed li 9 bajaran operasyon pêk hat. Em ê him li kolanan û him jî li meclisê bi înat kom bibin û dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin. Bi van operasyonan nikarin me têk bibin. Hevalên me ji ber ku aştî û demokrasî parastin, hatin destgîrkirin. Bi destgîrkirinan dixwazin me paşve bixin. Ez silavên xwe ji hezaran hevalên me yen girtî re dişînim. Em dîro dîsa civîna koma partiya xwe bi wekîlek kêm pêk tînin. Wekîla me Leyla Guven hêj girtî ye. Em ê wê û hevalên wê yên girtî ji girtîgehê derxin. Sibê salvegera komkujiya GAR'a Enqereyê 10'ê Cotmehê ye. Sibê 3 sal derbas dibin. 103 kesan li dijî şer bi înat aştî xwestin û hatin kuştin. Bi gazê û ava şit êrîşî bedenên bê ruh kirin. Em tu carî êrîşên bi TOMA ji bîr nakin. Di hemû dozên li dijî me de heta niha yek bersûc û kujer nehat darizandin. Nehat cezakirin. Heta niha gotinek der barê van bûyeran de ji devê siyasetmedarê AKP’ê derneket. Em hemû kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bi bîr tînin."

‘HER MEH 150 KARKER LI SER KAR DIMIRIN’

 Temellî, bal kişand ser pêşnûmeya Dewlet Bahçelî ya efûya ji bo girtiyên edlî û wiha got: "Îro yên serê xwe li ber zilmê û neheqiyan netewandin bi deh hezaran girtî ne. Dixwazin bi vê zagona efûyê hemû çeteyan serbesr berdin. Li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê 7 hevalên me yên karker dîsa hatin girtin. Bi giştî 34 hevalên me yên karker hatin girtin. Ji ber ku mafê xwe yê mirovî xwestin hatin girtin. Li diji şertên kar îtiraz kirin û dengê xwe bilind kirin hatin girtin. Li vî welatê ku AKP bi rê ve dibe her mehê 150 karker dimirin. Çavê Qesrê li ked û canê mirovan e. Zilma li ser karkeran didome. Holdinga Hattat a li Amasra karkeran ji kar diavêje û heqê wan nadin wan. Em ê parastin û lêgerîna mafê karkeran berdewam bikin."

‘VÊ REWŞA XERAB 20 SAL BERÊ BI KOMPLOYÊ RE DEST PÊ KIR’

 Temellî, bal kişand ser 9'ê Cotmeha 1998'an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal berê ji bi destê navdewletî ji Sûriye hat derxistin û wiha axivî: “Ev hemû tabloya reş û zilm 20 sal berê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir. Vê zalimtî û şerê dijwar tevî 20 sal berê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir. Îro 9'ê Cotmehê salvegera komplo ye. Ji bo em geşedanên li welatê me û Rojhilata Navîn fêm bikin 9'ê Cotmehê pir girîng e. Îro sedema geşedanên heyî komplo ye.

Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit got ‘Ez hêj nizanim çima DYA Ocalan teslîmî me kir' Niha ev rastî bi zelalî xuya dibe. 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê ji aliyê serwîsê nepenî ve hat meşandin û îro nû derdikeve holê. Ocalan xwest têkiliyên Tirk û Kurdan xurt bibe. Îro berdewama tecrîdê dîsa bi destê hêzên navdewletî pêş dikeve. Hêzên navdewletî dixwazin tecrîdê kûrtir bikin. Ji ber ev talûke dît parastina xwe ya li Îmraliyê li ser têkiliyên Kurd û Tirkan pêş xist. Ji bo polîtîka û lîstikên hêzên navneteweyî yên li ser Tirkiyeyê pûç bike got "Welatê hevpar û Komara Demokratîk" Birêz Ocalan her dem yekîtiya gelan û komara demokratîk parast. Birêz Ocalan her dem xwest modela neteweya demokratîk ku hemû ziman, çand, nasname û bawerî bi hevre bijîn ava bike. Lê ji ber ku banga birêz Ocalan bê bersîv ma, doza Kurdan bê çareserî hat hiştin. Di bingeha demokrasiyê de çareseriya doza Kurdan heye. Birêz Ocalan 3 salan ji bo aştiyê ket nava hewldanên muzakereyan. Lê AKP’ê muzakere nexwest. Hewldan û keda Ocalan li ber çavan negirtin. Piştî wê darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an pêk hat."

‘BI TECRÎDÊ RE SER MÛTABAKATÊ GIRTIN’

 Temellî, tecrîda li ser Ocalan jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Bi tecrîdê ser mutabakatê girtin. Di hevdîtinan de metnê mutabakatê derket holê. Ev metnê çareseriyê bû, li Dolmabahçe îmze kirin. Lê li ser vê yekê tecrîd pêş xistin û dawî li vê mutabakatê anîn. Di vê mutabakatê de welatîbûna azad û zayendiya demokratîk hebû. Bi vê mutabakatê pirsgirêka Tirkiyeyê çareser dibû. Ji ber dawî li hevdîtinan anîn komkujiya 10'ê Cotmehê pêk hat. Sibê 10'ê Cotmehê ye. Em piştî 9'ê Cotmehê bi hişmendiya ku aqil winda kiriye re rû bi rû man. Ji bo tecrîd baş bê famkirin divê polîtîkaya AKP’ê ya li dijî gelê Kurd baş bê famkirin. Em ji AKP'ê dipirsin 'Bi tecrîdê dixwazin çi bikin? Dixwazin çi çareser bikin? Birêz Ocalan li ser masa Îmraliyê ji heyetê re got 'Ger ku em vê meseleyê li ser vê maseyê çareser bikin em ê bikin.”

‘AKP WEKÎ SELEFXURÊ TAXAN E’

Temellî, da zanîn ku pergaleke zamê heye û wiha bilêv kir: “AKP weke selefxurê taxan e. Ji gel kom dike û van çavkaniyan diavêje çalekê û berhewa dike. Gelo çawan kom dike? Ka ji kerema xwe re li fatûreyên ceyranê, gaza xwezayî û hemû fatûreyan mêze bikin. Di her fatûreyekê de herî kêm 4-5 bac hene. Bi awayekî nerasterast hemûyan ji gel digire. Ev bêedaletî wê vî welatî ber bi bêedaletiyek mezin a topyekûn de bibe. Vê bêedaletiyê ferzî gel dike û gel xizan dike.”

 Temellî, dest nîşan kir ku ev dahiyên aboriyêne û  wiha rêz kir: “Modayekê konkordato heye. Ji 300 fîrmayan zêdetir konkordato îlan kirin. Gelek ji van fîrmayên dewlemend ê îhaleyên AKP’ê ne. Konkordatoyên nû îlan dikin û bi vî awayî ji berpirsiyartiyê direvin. Niha yek derdê wan heye, hewl didin vê krîza aborî bixin malên fîrmayên karker û kedkaran. Di 20 salên dawî de nifûs ji sedî 26 zêde bû û asta sûc jî ji sedî 400 zêdetir bûn. Bi taybetêı sûcên tiryakêşiyê û diziye ji sedî 600 zêdetir bûn. Hejmara girtiyên di girtîgehan de, ji sedî 40 jê ciwan û zarokin. Ji ber ku dinava 20 slan de ev welat pir xizanbû. Dinava 20 salan de dijminantî pir zêde kirin û bi vê yekê re jî tevgeriyan.”

‘HDP MEŞRÛBÛNA XWE JI VÎ GELÎ DIGIRE’

 Temellî di dewama axatina xwe de wiha pê de çû: “Niha dest bi xebatên hilbijartina herêmî kirine. Bêguman, Erdogan ji bo HDP’ê sûcdar bike, hemû gotinên xwe yên dijminantî yên li dijî HDP’ê bi kar tîne. HDP’ê weke partiyek meşrû nabîne. Qet nebîne, gelo tu meşrû yî? Ger wê nîqaş meşrûbûnê bê kirin, ev yek ne bi HDP’ê re dibê bi te re bê kirin. Te hemû fitne û fesadî kirin nava sindoqan û xwe wisan ji sindoqan derxist. Tu kesek wiha yî. Ji ber vê divê berî her tiştî meşrûbûna te bê nîqaşkirin. Hemû kes jî baş dizanin HDP partiyeke meşrû ye. Gel HDP’ê şand vê derê. HDP meşrûbûna xwe ji vî gelî digire. Weke te ne diziye sindoq û hilbijartinan e. Ji ber vê divê gotina meşrûbûnê ji devê te dernekeve.”

‘MÛXATABÊ ME GEL Û JIN Û KEDKAR IN!’

Temellî, balkişand ser gotina Erdogan a got “Ez we mûxatap nagirim” û wiha domand: “Em pir xemgîn bûn. Bi vî derdî êdî emê neyên ser xwe. Jixwe ma kî te mûxatap digire? Mûxatabê me gel, jin û kedkarên me ne. 6 mîlyonan kes dengên xwe dan me. Em ne tenê wan mûxatap dikirin, em hemû civakê mûxatap digirin. Ji ber vê yekê mûxatapê me gelê me ye, ma tu kî yî? Jixwe em te mûxatap nagirin. Niha radibin dibêjin ‘emê qeyûm tayîn bikin.’ Hemû awayên şantaj, gef û diziya serkeftinê bi van re heye. Em ê em li gorî encamên hilbijartinê tevbigerin. Rêya me rêya têkolîna li dijî faşîzmê ye. Emê ne li gorî te, li gorî gelê xwe tevbigerin. Em ê tu carî li hemberî gefên te serî netewînin û tu carî cih ji tere nehêlin.”

 Temellî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Guman dike ku gel ji ber van gefan wê neçe ser sindoqan û xwedî dengê xwe dernekevin. Ma tu vê vînê, weke dengan guman dikî? Ev vîn vîneke siyasî ye. Vîneke 40 salî ye. Vî gelî kî dît û kî nedît. Hemû kes dîtin. Gelo te, di nava 40 salan de gelekî ku teslîm bûyî, qet dîtiye? Vî gelî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û wê tu carî jî dest jê bernede.”