Temellî: Divê siya tarî ya li ser hilbijartinê rabe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li ser rewşa girtîbûnê ya namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş daxuyanî da çapemeniyê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqerê derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê axivî.

Temellî bal kişande ser rewşa girtîbûnê ya Demîrtaş û got, ‘’Hûn pê zanin, heftiya çûyî parêzerên rêzdar Demîrtaş ji bo ku Demîrtaş were berdan serî li dadgehê dan. Em li bendê ne ku ev serlêdan sibe bi dawî bibe. Daxwaza me ew e ku Demîrtaş azad bibe.’’

Temellî got girtîbûna Demîrtaş li ser meşrûiyeta hilbijartina Serokkomariyê dibe sî û got: ‘’Li ser meşrûiyeta hilbijartina Serokkomariyê dibe sih, ku 5 namzetên dî her cure amûran bi kar tînin û xebatên hilbijartinê didomînin. Demîrtaş ku hê jî wekîl e û 6 milyon hilbijêran dengên xwe dane di nav şertên girtîbûnê de tevlî hilbijartina serokkomariyê dibe û ev jî mafê bi serbestî tevlêbûna li hilbijartinê ji holê radike.

BERDANA DEMÎRTAŞ WÊ BIBE GAVEKE GIRÎNG

Ez 18 meh in ku Demîrtaş bi rengekî derhiqûqî tê desteserkirin. Ev ji bo Tirkiyê kana krîza meşrûiyetê ye. Îro berdana Demîrtaş piştî 24’ê Hezîranê ji bo şikandina benda demokrasiyê ya li ber Tirkiyê û vekirina rê ya li ber Tirkiyê wê bibe gaveke girîng.

Namzetên dî yên serokkomariyê ji bo ku Demîrtaş were berdan bang kirin. Ev bang pir girîng in. Ji ber ku ev derî tevgerên siyasî ye ya ku em hînî wê bûne. Tiştekî li çanda demokrasiyê zêde dike ku Tirkiye ji mêj ve ji vê dûr ketibû. Em li vir bang li namzetên serokkomariyê dikin, yên ku ev bang kirine û bang dikin ku li ser banga xwe rawestin.

DEMÎRTAŞ NAMZETÊ TIRKIYÊ YE

Li gel wê rastiya ku li gel dek û dolaban em ber bi hilbijartinê ve diçin jî hêviya gelên me heye. Ji bo ku ev hêvî neşike em dixwazin Demîrtaş azad bibe. Ev daxwaza her kesî ye. Demîrtaş namzetê Tirkiyê ye û namzetê Tirkiyê dive serbest be. Em dixwazin siha tarî ya li ser hilbijartina 24’ê Hezîranê rabe. Em bang li hemû raya giştî dikin ku bihistyar bin.’’