Temellî: Divê her kes li hemberî qeyyûman serî hilde

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana Halkevlerî û diyar kir ku wê îradeya di 31’ê Adarê de dewlemendtir bikin.

HDP’ê hevdîtinên xwe yên li ser dagirkeriya qeyyûm, pakêta darazê, tifaqa demokrasiyê û destûra bingehîn a demokratîk didomîne. Heyeta ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî pêşengiya wê dikir çû serdana Halkevlerî.

AKTAŞ: DIVÊ GEL LI HEMBERÎ QEYYÛMAN BIBE YEK

Seroka Giştî ya Halkevlerî Dilşat Aktaş got ku “Em dizanin ku qeyyûm tê wateya desteserkirina îradeya gelan û tê wateya ku mafên raya giştî pêşkêşî alîgirên xwe bikin. Li her çar aliyê Tirkiyeyê li hemberî qeyyûm me hewl da em îradeya gelan derxînin holê. Ji niha şûnde jî em ê mafê xwe biparêzin.”

TEMELLÎ: BERSIVA JI BO BERTÎLAN TUNE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî got ku “Qeyyûm li hemberî îradeya gelê Tirkiyeyê derbeyeke mezin e. Divê ev tişt were bidawîkirin û hevşaredar û hevalên me dîsa vegerin ser peywira xwe.

Di dema qeyyûm de çi qasî sûc hebe divê lêpirsîn li ser wê were kirin. Belgeyên vî tiştî derdikeve holê. Gelo belgeya bertîlê çêdibe? Erê heye, belgeya bertîlê derket holê. Hemû talana qeyyûman derket holê. Ev ne bi tenê meseleyeke aborî ye. Li vê derê talan û desteserkirin heye. Di heman demê de îradeya gelan, demokrasî û îradeya siyasî tune tê hesibandin. “

‘TIFAQA DEMOKRATÎK GAVA HERÎ GIRÎNG E’

Temellî, da zanîn ku divê Tirkiye ji vê rewşa nayê bi rêveberin rizgar bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tifaqa Demokratîk, îro li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê pengava herî girîng e. Bi tayînkirina qeyûman ne tenê vîna gelê Kurd hatiye desteserkirin. Vê hişmendiyê, hemû gelên Tirkiyeyê kiriye hedefa xwe. Serokkomar Erdogan daxuyaniyan dide yên ku Stenbol û Enqere jî kiriye hedef. Li holê darbeyek heye. Li dijî vê darbê, divê hêzên demokratîk li hev kom bibin. Encex em hemû bi hev re karibin, xwe ji van rojên reş û tarî rizgar bikin. Di vî warî de em bi hêvî ne. Divê em îradeya di 31’ê Adarê de dewlementir bikin.”