Temellî çû serdana ÎHD û TÎHV’ê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, tevî parlementerên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Erol Katircioglû çûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV).

Temellî çû serdana ÎHD û TÎHV’ê û got ku “Em li vê derê, bi hev re ne. Yek ji meseleya girîng a li Tirkiyeyê, mafên mirovan e.”

Temellî qala pîrozbahiyên 1’ê Îlonê yên li Amed û bajarên din kir û got “Duh di 1’ê Îlonê de ji bo aştiyê daketin qadan. Ji bo kêşeya herî bingehîn hatin ba hev. Lê desthilatdarî çavê xwe ji van daxwazan re digire û şer û şîddetê ferz dike. Herî dawîn jî wezîfedarkirina qeyyûman. Ev tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Ev tişt hemû îradeya gel bin pê dike. Ez bang li hemû kesên xwedîwijdan dikim. Divê em li hemberî qeyyûman dengê xwe bilind bikin. Heke em îro nerazîbûneke xurt dernexînin holê wê desthilatdarî bi paş ve gavan neavêje. Divê Tirkiye ji vê kabûsê hişyar bibe û bibêje êdî bes e.”

FÎNCANCI: HIQÛQ  JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN

Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî got ku “Ji ber ku ew bi israr xeta siyaseta demokratîk didomînin em spasiyên xwe li HDP’ê dikin. Ji ber vê sedemê têkoşîn gelekî bi qîmet e. Wê Tirkiye têkoşîna xwe ya ji bo edalet û mafan bidomîne. Em ê li hemberî wezîfedarkirina waliyên mêtinger derkevin. Girîng e ku mirov li dijî şer be. Di destûra bingehîn de pêdivî bi peymannameya civakî ya nû heye.”

Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku divê mûxalefeta civakî were ba hev û ev jî bi têkoşîna civakî pêkan e.