Temellî: Bi tifaqa demokrasiyê em dikarin ji krîzê rizgar bibin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî serdana ODP'ê kir û destnîşan kir, bi tifaqa demokrasiyê ew dikarin xwe ji krîza AKP'ê rizgar bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî tevî heyetekê ji bo "Destûra Bingehîn a Demokratîk", "Pakêta Darazê" û "Tifaqa  Demokratîk", ziyaretên xwe di roja duyemîn de berdewam dike. Temellî îro Partiya Piştevaniyê û Azadiyê (ODP) ziyaret kir. Endamê Desteya Serokan a ODP'ê Onder Îşleyen û rêveberên Partiyê heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Îşleyen ji bo ziyareta HDP'ê spasiyên xwe anin ziman û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûman a 3 şaredariyên HDP’ê vîna gel hatiye desteserkirin. Em piştevaniya xwe tînin ziman. Di vê pêvajoyê de AKP bi zext û zorê Tirkiye bi rêve dibe. Lê li hemberî vê zor û zextan hêza ku vê hewldanê pûç bike heye. Gelê Tirkiyeyê xwedî hêz e ku vê zorê pûç bike."

'PÊDIVÎ BI ÎTÎFAQA DEMOKRASIYÊ HEYE'

Temellî jî anî ziman ku Tirkiye ketiye nava krîzek kûr û ji bo Tirkiye ji nava vê krîzê derkeve pêdivî bi tifaqa demokrasiyê heye. Hevserokê HDP'ê got, "Divê hemû partiyên siyasî, hêzên muhalefetê û rêxistinên sivîl bibin yek. Di hilbijartina 31'ê adarê de di encama stratejiya HDP’ê de îtîrazek derket holê. Divê em vê îtirazê mezin û berdewam bikin. Ji bo vê yekê me dosyayek amade kir. Di vê pêvajoyê de qeyûm tayîn kirin. Em dibînin ku desthilatdar êdî nikare welat bi rêve bibe. Bi zext û tundiyê welat bi rêve dibe. Qeyûm tayînî 3 Şaredariyên Bajarên Mezin kirin. Bi vê yekê vîna gelê me Xezp kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Di 2016’an de bi rêveberiya Rewşa Awarte qeyûm tayîn kirin. Bi vê yekê xerabiya herî mezin anîn serê Tirkiyeyê. Tirkiye bi Rewşa Awarte û qeyûman êşên herî mezin jiya. Desthilatdariyê ji vê pêvajoyê ders dernexist. Di 6'ê Gulanê de qeyûm tayînî Stenbolê kir. Lê civakê ev yek qebûl nekir. Gel di 23'ê Hezîranê de ev helwest nîşan da. Me helwesta xwe ya li bajarên Kurdan li Stenbolê jî nişan da. Lê di 19'ê Tebaxê de darbeya siyasî pêk anîn."

'DARBEYA 28'Ê SIBATÊ DI MERIYETÊ DE YE'

Temellî, herî dawî anî ziman ku bi destê AKP'ê darbeya 28'ê Sibatê di meriyetê de ye û wiha bi dawî kir: "Aqilê darbeyê li Mêrdîn, Amed û Wanê derket holê. Yên bi polîtîkayên şer xwe xwedî dikin, em dibinin ku pişta xwe dispêrin zor û zilmê. Li dijî vê hişmendiyê ji xeynî têkoşînê rêyên din tune. Emê li dijî vê zilmê têbikoşin. Divê hemû hêzên muxalif bibin yek û bi hevre têbikoşin. Divê em bi hevre çareseriyê ava bikin. Divê di serî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiye em çareseriyê ava bikin. Ji bo vê yekê ji pêdivî bi rêya sêyemîn heye."