Temellî: Bi teqez bi têkoşînê wê tecrîd were şikandin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî berxwedana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, bi teqez bi têkoşînê wê tecrîd were şikandin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seazî Temellî di civîna heftane ya partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.

Temelî, ewil li ser tecridkirina Ocalan rawestiya û got: "Li Tirkiyeye heta tercîd bi dawî nebe, Tirkiye ji zilmê xelas nabe û demokratîk nabe. Îro hevalên me yên girtî daxwazên xwe yên meşrû û demokratîk anîn ziman. Dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Tecrîd ne tenê dema dawî kete rojevê. Ya ku dema dawî hate kirin, şidandina tecrîdê ye. Tecrîd şerma Tirkiye ye. Divê em bi lez vî welatî ji vê tecrîdê û vê şermê xelas bikin. Bi têkoşîna li dijî tecrîdê em dikarin vî welatî demokratîk bikin. Heta niha parêzeran 780 caran serî li dozgeriyê dane. Lê heta niha 780 caran daxwaza parêzera a hevdîtine hatiye redkirin. Li welatekî wisa mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Li vî welatî hiqûq û qanûn têne binêkirin. Sûc tê kirin. Di serî de CPT û Komîseriya Bilind a Ewropa divê bi lez têkevin nava tevgerê û gavan bavêjin. 

'LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Temellî, destnîşan kir ku yên şer dixwazin tecrîdê giran dikin û xwest her kes li dijî tecrîdê têkoşîna aştiyê bike. Temellî diyar kir ku kesên di aştiyê de israr dikin û têkoşîna aştiyê dikin Wê bi ser bikevin û wiha axivî: "Em carek din dubare dikin, pirsgirêka kurd tenê di Îmraliyê re derbas dibe. Tenê bi Ocalan çareser dibe. Yekane muxatabê vê meseleyê Birêz Ocalan e. Di 2013-2015'an de guh dan vê yekê. Lê piştî 5'ê Nîsanê maseya çareseriyê xera kir. Em destûr nadin vê yekê. Em ji îktîdarê re dibêjin. Gelê Tirkiye wê aştî û demokrasiyê bi ser bixe. Leyla Guven me dawetî têkoşina demokrasî û aştiyê dike. Çalakiyên greva birçîbûnê li dijî şer û tecrîdê çalakiya aştiyê ye. Birêz Nasir Yagız 56 rojin di grevê de ye. Li nêzî 50 girtîgehan 228 girtî û Leyla Guven 69 rojin di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Li nêzî 230 girtîgehan bi hezaran girtî di çalakiya grevê ya bêdawî û dorveger dene. Em bang li hemû kesan dikin ku bêyî dereng bibe berpirsiyarê bidin ser milê xwe. Werîn li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin." 

'EV DESTHILATDARÎ LI SER ŞER HEBÛNA XWE BERDEWAM DIKE' 

Temellî, bal kişand ser doza Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku sibê li Enqereyê bê dîtin û wiha berdewam kir: "Sibê Birêz Figen wê li wir be. Em jî wê sibê li wir bin. Em bang li her kesî dikin ku tev li danişînê bibin. Hevala me Fîgen li ber xwe dide. Em jî dê berxwedana xwe berdewam dike. Di şexsê Figen de tundiya li dijî jinê berdewam dike. Duh xwişka Mazlum Dogan Serap Mutlu hat destgîrkirin û girtin. Sedema girtinê beşdarî sersaxiyê bûye.

Ev desthilatdariya feraseta serdestiya mêr her roj tundiya li ser jinê zêde dike. Îstîsmara li dijî zarok û jinan rewa dike û zêde dike. Em niha krîza edaletê dijîn. Ji ber ku ev îktîdar bi polîtîkayên şer û polîtîkayên nelirêtiyê hebûna xwe berdeam dike. Îktîdar sanaryoya li Rojava dubare dike. Wekî Cerablus, El Bab û Efrînê niha dixwaze heman senaryo û polîtîkayan dubare dike. Em dubare dibêjin. Efrîn ya Efrîniyan e. Em dibêjin ji Sûriye derkevin. Di seri de DAÎŞ û komên din divê demek berî demekê bên tasfiyekirin û Tirkiye ji Suriye derkeve. Divê Sûriye ji Sûriye re bê hiştin. Rêveberê asta herî jor ê DAÎŞ'ê li Tirkiye serbest tê berdan. Lê kesekî ji rojava doza mafê xwe dike tê girtin. Sedema van rastiyan polîtîkayên şer in. Serokomar her roj di axaftina xwe de sedema şer îtîraf dike. Mesela ÎHA û SÎHA minaka vê yekê ye. Ji bo sanayiya şer xurt bikin divê şer pêş bixin. Divê em li dijî vê sanayiya şer derkevin." 

'EV ÇAWA BIRATÎ YE? HEM BAJARÊN KURDAN XERA DIKIN HEM JÎ DIBÊJIN KURD BIRAYÊN ME NE'

Temellî, helwesta desthilatdariyê ku dibêje 'Kurd birayên me ne' jî bi zimanekî tund rexne kir û wiha domadan; "Rojên dawî dibêjin 'Kurd birayên me ne' Di rojên ku êrîşên Kurdan dikin vê gotinê zêde dikin rojev. Yên ku bi qeyûman hemû tabelayên Kurd rakirin, bajar bi tang û topan xera kirin. Yên ku gelê Kurd li Efrînê ji cih û warên wan koç kirin û li şûna wan çete bi cih kirn û li dibistanên Efrînê zimanê Kurdî rakirin. Navê tabelayên kurdî rakirin hûn in. Ev çawa biratî ye. Yên ku zeytûn birîn û talan kirin çawa dibin bira. Yên di referanduma Kurdistanê de gotin 'Em ê kaniyê qut bikin' çawa dibe bira. Wezîrê Karên Derve dibêjin dema me bi YPG'ê re şer dikir çima we ne digot 'Hûn Kurdan qetil dikin'. Wezîr bi vê gotina xwe qetilkirina Kurdan îtîraf dikin. Rojekê li ber deriyê Rûsya û rojekê li ber deriyê DYA ne. Her roj li pişt deriyan di axivin. Pişti ku Trump twittekê davêje, xwe davêjin telefonê û li wî digerin. Çavê Qesrê tije nabe. Ev çavnebarî û têrnebûn, bêtir Tirkiye li Rojhilata Navîn dixe nava şer." 

'ZERARÊ DIDE RUHÊ CIVAKÊ'

Temellî, bal kişand ser axaftinên Erdogan û wiha pêde çû: "Îtîfaqa Cumhur û Şer tenduristiya ruh a civakê xera kir. Serokomar her roj bi 300 kanalê tv'yan xîbatî civakê dikin. Pirsgirêka tenduristiyê heye. Em ê di 31'ê Adarê de bi hevre vî dengê ku tenduristiyê xera dikin rawestinin. Di demên dawî de rêjeya çekan zêde dibe. Kesên bi çek zêde dibe. Ev yek bandora xwe li ser kolanan dike. Îro li kolanan Kurdek tê qetilkirin. Îro li zanîngehê hevalek me ya jin tê qetilkrin. Her roj li kolanê tundî zêde dibe. Li kolanê kedkar rastî tundî û astengiyan tên. Bi vî şiklî tenduristiya ruh a civakê xera dikin." 

WERIN DI 31'Ê ADARÊ DE EM BI HEVRE ASTENGIYA LI PÊŞ TIRKIYE RAKIN

Temelî, anî ziman ku sanayî li gorî sala par biçûk bûye û aborî teng bûye û wiha bilêv kir: "Maliyeta krîzê her roj li pişta welatiyan bar dikin. Welatiyan dikin deydanê deynan. Bi vî rengî mehkûmî desthiladariya xwe dikin. Welat kirine Koma mûzan. ÎKtîdara ku ruşveta hilbijartinê belav dike vê ruşvetê berdewam dike. Niha kîsik kirine 25 krş. Di van kîsikan de jî hişmendiya AKP'ê heye. Bi her awayî welatiyan dişelihînin. Tazî dikin. Di ekranan de qala derdorê û kapîtalîzmê dike. Lê li vî welatî dar û daristan nehiştin. 40 hezar dar li daristana Bakurê Marmara birîn. Niha şampiyonê zemê Pîvaz e. Niha paca pîvazê kirin sifir û dixwazin şapniyona pîvazê ji destê wan derxin da ku pîvaz ji derve bên. Îro li vî welatî aborî di zorê de ye. Kedkar, karker di zorê de ye. Welatiyên astengdar di zorê de ye. Em bang li hemû astengdaran dikin ku tev li siyasetê bibin. Werin di 31'ê Adarê de em astengiya li pêş Tirkiye bi hevre rakin." 

Temelî, bibîr xist ku li 30 bajaran pêşhilbijartin kirin û hevşaredarên 41 navendan bi raya giştî re parvekirin û wiha bi dawî kir: "Xebatên din jî bi feraseta demokrasiya radîkal berdewam dike. Em ê namzetên mayî jî di demek nêzîk de bi cemaweriyê re parve bikin. Hilbijartin siyaset e. Gel raste rast tev li siyasetê dibe." 

'BI TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN'

Temellî, herî dawî bang li serokomar kir û destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê jî îhlal kiriye û xwest demek berî demekê îstîfa bike û wiha bi dawî kir: "Em li hemû bajaran li dijî desthilatdarî, hişmendiya qeyûm û zayendîperestiyê têdikoşin. Îtîfaqên ku em ava dikin jiyanî ne. Ji bo em tekoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin û tecrîdê bişkînin em dê di hilbijartinê de çi têkeve ser milê me bikin. Di pêvajoya ku em em bi fedakariyek mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin, AKP serî li hîle û fîlman dide. Hewl dide dê çawa dengan bidize. Em jî dibêjin em dê di 1'ê Nîsanê de fîlmekî ji were amade bikin. Şaredarî çawa ji destê qeyûman tên derxistin em ê nişan bidin. Niha cihê hilbijêran diguherînin û dixwazin bi hîleyên guhertina hilbijêran dihilbijartinê de bi ser bikevin. Cihê polîs, mamoste, wali, qeymeqam û hemû erkdarê dewletê qeyda wan dibe bajarên ku qeyûm tayîn kirine. Binerin li mêvanxaneya polîsan a Îdirê 374 kes lê bi cih kirine. Ev tenê mînakek e. Hilbijêrên me qeyda wan xera dikin. Li şûna hilbijêrên me yên xwe qeyd dikin. Li Kolana Komando ya Êlihê li daîreya hêjmar 366'an 189 hilbijêr, li Çewlîkê li deriyê hêjmar 26 224 hilbijêr, li Bedlisê li kolana Çevreyolu li navnîşanekê 338 hilbijêr, li navnîşanek Colemêrgêjî Hezar û 108, li Çelê li navnîşanekê 627 hilbijêr hatin qeydkirin. Ev tenê çend mînak in. Em bang li her kesî dikin ku li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin. Ger em dixwazin tecrîdê bişkînin û girtî bigêjin azadiyê û ev welat azad bibe divê her kes li têkoşînê xwedî derkevin. Min bi Nazim Hîkmet dest pê kir, Ez dixwazim bi Rosa Luksembûrg bi dawî bikim. Em hebûn. Em hene em ê hebin. Teqez em ê bi ser bikevin."