Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Aydinê 2’emîn Kongreya Awarte li Salona Dawetê ya Ova Emîrê pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP'ê Remziye TosÛn, Murat Çepnî, Endamên Meclîsa HDP'ê, endam û rêveberên HDP'ê yên Aydinê jî di nav de gelek kes amade bûn. Li salona kongreyê pankarta "Em li dijî komkujiya siyasî stûyê xwar nakin, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Panzehîra faşîzmê wêrekî ye. Em wêrekiyê belav bikin û hêviyan mezin bikin" vekirin. Dîsa li salonê wêneyê Leyla Guven hate bilind kirin.
TEMELLÎ: LI VÎ WELATÎ HER KES BI HESRTEA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DIJÎN
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku hemû kesên li vî welatî di hesreta azadiyê mane û wiha got: "Li vî welatî Elewî, Sunî û ji kijan baweriyê dibe bila bibe tev êdî bûne hesreta azadî û demokrasiyê. Îktîdara ku zilmê pêş dixe, ji bo hebûna îktîdara xwe gelên li Tirkiyeyê dike dijminê hev. Di nava gelan de tovên dijminantiyê direşîne. Mirovan dike dijminê hev û îktîdara xwe mezin dike. Li ser polîtikaya dijminatiyê hebûna xwe û îktîdara xwe pêş dixe. Lê nikarin heta dawî hebûna xwe li vî welatî bikin. Ji ber ku têkoşîna HDP'ê wê dawî li îktidara wan bîne. Têkoşîna gelên Tirkiye wê dawî li îktîdarê bîne. Rojên hevî û serkeftinê nêzîk in.”
Temellî got ku, “Li wir gelên herêmê li dijî DAÎŞ'ê bûne yek. Hemû gelên Kurd û Ereb li dijî DAIŞ'ê bûne yek. Ji bo azadiyê têdikoşin. Lê niha dibêjin gelên wir ji bo me tehdît e. Ji bo gelê Tirkiyeyê tenê tiştek tehdît e. Ew jî hebûna îktîdara AKP'ê ye.”
‘LI NEXWEŞXANEYA PIRSÛSÊ MALBATA ŞENYAŞAR HATE QETILKIRIN’
Temellî, ani ziman ku li Tirkiyeyê tenê terorek heye û wiha got: "Dibêjin teror heye. Hûn dizanin li ku teror heye? Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê teror heye. 17 kesan li nexweşxaneyê malbata Şenyaşar qetil kirin. Li pêş çavê polîs û walî 17 terorîstan malbata Şenyaşar qetil kir. Lê hêj yek jî derneketiye pêş edaletê. Wezîrê Karê Hundir sûcdar parast û hembêz kiriye. Niha jî dibêjin 'HDP bi terorê re di nava dan û stendinê de ye' Kî bi terorê re di nava dan û stendinê de ye li Nexweşxaneya Dewletê ya pirsûsê diyar dibe. Herin li wan dîmenan binêrin. Em li hemberî van gavan paşve navêjin. Binêrin mijara Rojava ket rojevê, DYE xwe paşve kişand. Lê em xwe paşve nakişînin. Niha hemû gelan di bin xwe de difetisînin. Xizanî, dizî tu çi bixwaze heye. En niha di 17-25'ê Kanûnê de ne. Em di navenda dizî û nelirêtiyê de ne. Meselya FETO em baş dizanin çi ye. Em dizanin wan çi kirin ji fermandarê FETO’yan re.”
MIN SILAVÊN LEYLA GUVEN ANÎ
Temellî di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Heta aştî, demokrasî û azadî bê vî welatî em ê têbikoşin. Em qet gavan paşve navêjin. Em ê li welatê hevpar demokrasiyê ava bikin. Ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Pirsgirêka hemû gelê Tirkiyeyê ye. Em li vir çalakiya Leyla Guven silav dikin. Min çû li Girtîgehê Leyla Guven dît û ew silav kir. Got 'Tu çû ku silav û hurmetê min bibe. Em dizanin rojên bi hevî nêzîk in. Divê her kes mil bidin milê hev û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven. Em dibêjin guh bidin dengê Leyla Guven. Guh bidin dengê girtiyên din. Ji bo welatekî xweş, demokratîk û azad bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ji bo hemû gelan berdêlê didin. Ger ku em li çalakiya wan xwedî dernekevin îro 6 hezar hevalên li girtîgehan wê li wir bi tenê bimînin. Rojên xweş nêzîk in. Em tu çareseriyê ji îktîdarê naxwazin. Hêzên ked û demokrasiyê, jin û ciwan wê bi hevre mil bidin hev û têbikoşin."
Pişti axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Aydinê Bariş Goze û Sadegul Akalîn hatin hilbijartin.