Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îdianameya derbarê 108 kesan de ku hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de hene qebûlkir, ji bo raporek derbarê parlamenterên ku di dema bûyerê de endamên Komîteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bûn amade bike kete nava tevgerê. Di vê çarçoveyê de wê li gorî xala 83. a destûra bingehîn bi daxwaza betalkirina mafê wekîltiyê ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Bûldan, wekîlên komê Meral Daniş Beştaş û Hakkî Sarûhan Olûç û wekîlên din Garo Paylan, Huda Kaya, Sezaî Temellî, Pero Dundar, Fatma Kûrtûlan û Serpîl Kemalbay Pekgozegu fezleke were amadekirin.
Heya niha di derbarê wekîlên HDP’ê de 914 rapor ku gihîştine Meclîsê hene. Wekîlên ku derheqê wan de fezleke nehatî dexistin tuneye. Mafê wekîltiyê yê endamê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin, destpêkê hate binçavkirin û piştre hat berdan.
Li ser nîqaşên li ser fezlekeyan û girtina HDP'ê Parlamenterê berê yê HDP'ê Ferhat Encû û Wekîlê TÎP’ê Erkan Baş ji ajansa me re axivîn.
QADÊN NEWROZÊ JI DESTHILAT RE BÛ BERSIV
Encû destnîşan kir ku di dîroka siyasî ya Kurd de zexta li ser partiyan ne nû ye û got tê xwestin ku pêşî lê were girtin ku Kurd li parlamentoyê siyaseta çalak nemeşînin. Encû diyar kir ku dema mirov li lîsteya alîgirên HDP’ê û yên ku tê xwestin siyaset ji wan re bê qedexekirin temaşe bike rewş xulase dibe. Encû di dewama axavtinên xwe de got: "Kurd li cihekî piranîxwaz ya kesên ku ji siyaseta demokratîk û demokrasiyê bawer dikin û têkoşînek hevpar dimeşînin e.
HDP ya ku Kurd piştgiriya wê dikin, xwedî berekî pir rengîbûn û hemû gelan di nava xwe de dihevîne ye. Ji ber vê yekê, ew eşkere ye ku têgihiştinên tekxwaz ji vê zirarê dibînin û ji bo xwe wek xetere dibînin. Bi salane ku girtina partiyan û qedexeyên siyasî ji vê pirsgirêkê re nebûn çareserî. Ew nîşanî me dide ku pêwîste têkoşîn were kirin. Hewce dike ku hê zêdetir li berxwedaniyê nîşan bidîn. Pêwîste ku gotinên xwe hê zêdetir di qadan de bikar bînin. Ji bilî vê çareyek din tune. Em dikarin bi dengvedana demokrasî, aştî û azadiyê re van êrîşan vala derxînin.”
Encû bal kişande ser zextên AKP'ê yên li ser Kurdan û wiha domand: "Tweetek jî dikare bibe sedema girtinê. Daxwazek herî piçûk a demokratîk jî bi cezayê bi salan tê bi encamkirin. Li cihê ku edalet lê tune be, bertek nîşan nedayîna civakê ya li qadan kêmek tê fêmkirin, zehmet e. Lê nayê wê wateyê ku nîne. Qadên Newrozê bi rastî hêrsa gel nîşanî me da. Li deverek ku bi deh hezaran mirov lê kom dibin, daxwaz yeke. Tengasiyek ya girseyê nîne, lê ya ku li kolanê nayê xuya kirin ji ber alavên desthilatê ye.”
TÊKOŞÎNA GELÊ KURD JI ALIYÊ DESTHILATDARAN VE NIKARE BÊ ASTENGKIRIN
Wekîlê TÎP’ê Erkan Baş destnîşan kir ku betalkirina mafê wekîltiyê yê Gergerlîoglû li Tirkiyê ne yekemîn e û diyarkir ku desthilat dixwaze hêza berxwedêr ya Kurdan bişkîne. Baş got, "Hikûmetê peyama 'Teslîm bibin, eger hûn li ber xwe nedin, eger hûn şer nekin, heke hûn serî bitewînin, em dikarin di pêşerojê de li ser Kurdbûna we nîqaş bikin' da Kurdan. Baş wiha berdewam kir,"Ev desthilate hewl dide gelê Kurd yê bi bîryardarî li hemberî wê disekine, bi dîlgirtina nûnerên wê û rakirina mafê axaftin û siyaseta wan bêdeng bike. Lê dema ku em li salên bihorî dinêrin, her gavavêtina hukûmetê bû sedem ku gel bêtir xwedî li têkoşînê derbikeve.
Têkoşîna gelê kurd ji aliyê desthilatdaran ve nikare bê astengkirin, yên din jî nekarîn asteng bikin. Êdî pêwîste desthilat vê yekê qebûl bike. Ez difikirim ku serdema pêş me jî pêvajoyek dijwar e, lê ez pêşbînî dikim ku pêvajoyek ku tê de gelê me wê bi biryardariyek mezintir têbikoşe û bi ser bikeve. Biryara ku hevalên me yê HDP’yî danî rast e. Erka me ye ku em li her nuqteya ku tê de ne û li her çeperên xwe yên têkoşînê, em têkoşînê bilind bikin. Di encamê de li meclîsê çeperên ku gel bi dayîna berdêlan bi dest xistinî hene. Gel van kesan erkdar dike, hevalên me gel temsîl dikin. Tenê dema ku gel bixwaze ev çeperane dikarin werin nirxandin. Erka me parastina van çeperan e.”