Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Teklîfa sîxurtiyê red kir destûra runiştinê ji destî wî hat girtin

Teklîfa sîxurtiyê red kir destûra runiştinê ji destî wî hat girtin

Gaziyê kurd yê Osman Çakir ku destûra wî ya runiştinê a bêdem li Almanyayê heye, diyar kir ku sixûrtiyê lê ferz dikin, lê ji ber ku wî qebûl nekiriye belgeya wî ya runiştinê ji dest girtine.

Osman Çakir ji 2005’an ve li Almanyayê dijî. Li Almanyayê ku weke penaber dima, di nav du salan de destûra runiştinê bo wî hat dayîn û ji di 2010’an ve ji bo ziman hîn bike çû dibistanê. Heman salê ji aliyê polîsan ve hat şopandin û piştre derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.

Çakir diyar kirk u di 5’ê tebaxa 2012’an de li Darmstattê ew birine dadgehê. Çakir ragihand ku ji îstîxbaratê jinek, ji Daîreya Parastina Makeqanûnê kesek, ji Wezareta Derve kesek, ji Daîreya Agahdarkirinê kesek, du endamên îstîxbaratê di danişînê de amade bûn. Çakir diyar kir ku rûniştin 5 saetan berdewam kir.

Çakir anî ziman ku piştre ji çend caran bê hincet gazî wî kirine û destnîşan kir ku ji ber her meh 5 euro pere daye Heyva Sor, tevli protestokirina êrîşa li hemberî Ahmet Turk bûye û tevli meşan bûye hatiye lêpirsîn.

Çakir wiha got: “Ji min dipirsîn kî di YEK-KOM’ê de dixebite. Digotin kî organîze dike, hun pereyê otobusan ji ku tînin? Kî kirê dide? Her wiha teklîfa sîxurtiyê jî ji min re tînin.”

Çakir da zanîn ku dema nerazîbûn nîşanî daye vê carê rastî sûcdariyên ‘Tu di xebatên PKK de cih digirî, endamê Heyva Sor î’ hatiye. Çakir wiha got: “Ji min re gotin tu çima tevlî rûniştina doza Muzafer Ayata bûyî. Min jî got ew siyasetmedarekî kurd e. Min got ji be rk u min sixûritiya Tikriyeyê qebûl nekir ez çû bûm gerîla.”

Çakir diyar kir ku destûra wî ya runiştinê heye lê jiber ku dema pasaporta wî tije bûye dema ew çûye dest dane ser pasaporta wî.

Çakir ragihan dku 5 roj şûnde yanî di 10 kanûnê de biryar hatiye û gotine ku piştgiriyê didî PKK’ê.