Piştî ku li cîhana Ereb di sala 2011'an de şerê navxweyî dest pê kir, li Sûriyeyê jî şer der bû. Di şer de, ku 6 salan bê navber dewam kir, bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Bi taybetî, ji ber êrîşên DAIŞ'ê welat veguherî xirbeyekî.
Kurdên ku di şerê dijî DAIŞ'ê û komên Îslamî yên êrîşî Rojava dikin derketin pêş, di demeke kin de bala tevahiya cîhanê kişandin ser xwe.
Ji bilî şer, Kurd, Ereb, Asûrî-Suryaniyan li Rojava bi hev re sîstemek ava kirin û ev sîstem ji bo tevahiya Sûriyeyê weke modelekê hate dîtin. Li gel dijberiya Tirkiye û hemû dewletên herêmê, Kurdan sîstema xwe dan rûniştandin. Nûnerên saziyên Ereb ên ji Sûriyeyê hemfikir in ku divê ev sîstem li gelemperiya welêt belav bibe.
Bi navê Partiya Demokrasî ya Nûbûniyê Fîraz Qesas, Damzrînerê Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê Dalaeldîn Al Rashî û Rojnamevan Dr. Mohamed Alshabk diyar kirin, ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî Sûriyeyê, li ser bingeha dijminatiyê ne. Nûneran gotin, "Sîstema demokratîk a federal a li Rojava ava bû, divê li gelemperiya welêt belav bibe. Sîstema ku me azad bike û bigihîne hev, ev e."
'ÇARESERÎ BI PROJEYA OCALAN DIBE'
Fîraz Qesas, ku partiya wan li Sûriye û Rojava kar dike, anî ziman ku ew alîgirê Sûriyeyeke demokratîk in û got, "Divê sîstemeke welê be ku serweriya ti neteweyê lê nebe. Bi rengekî wekhev nêzî hemû gelan bibe û xizmetê ji her kesî re bike. Em dixwazin sîstema ku niha li Bakurê Sûriyeyê heye, li gelemperiya welêt belav bibe. Projeya ku Abdullah Ocalan destnîşan kiriye, yekane adresa çareseriya li dijî tevlîhevî, mirin û kaosê ye."
Qesas destnîşan kir, ku ew li dijî destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ne û wiha dewam kir: "Hebûna Tirkiyeyê li Cerablûs û El Babê, dagirkerî ye. Em vê yekê qebûl nakin. Tevî ku kes wan naxwaze jî, hatin û ew der dagir kirin. Sedemeke komkujî û şerê li Sûriyeyê Tirkiye ye. Em naxwazin Tirkiye tevlî me bibe."
Qesas da zanîn, çarenûsa Sûriyeyê niha di destê hêzên navneteweyî de ye û got, "Bi ti awayî mafê me yê biryardanê li ser welêt nîne. Bi temamî hêzên navneteweyî biryarê didin. Em weke partî, di wê baweriyê de ne ku gelên Sûriyeyê divê xwedî mafê biryardana li ser welatê xwe bin. Dubare dikim; tecrûbeya li Rojava ava bû divê li gelemperiya welêt belav bibe. Em Sûriyeyeke demokratîk û federal dixwazin. Rizgariya gelan di nava vê sîstemê de ye."
'NIYETA TIRKIYEYÊ NEBAŞ E'
Damezrînerê Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê Dalaeldîn Al Rashî ku navenda wan li Şam, Rojava û Ewropayê kar dike, anî ziman ku li ser sîstema nû ya Sûriyeyê divê gelên Sûriyeyê biryarê bidin. Rashî got, "Li ser mijara, bi yan jî bêyî Beşar Esad, nikarim tiştekî bêjim. Divê gel biryara vê bide. Lê belê dikarim vê bêjim; divê bi ti awayî sîstema berê nebe. Divê sîstemeke demokratîk, ku hurmetê nîşanî mafên mirovan dide û her kes bi awayekî azad dikarin xwe lê îfade bikin, pêk were."
Rashî bal kişand ser sîstema li Rojava û wiha dewam kir: "Dema ku mirov li gorî temamiya Sûriyeyê dinirxînin, serketineke mezin e, pêşketineke girîng e. Li gelemperiya Sûiryeyê kaos dewam dike, komkujî, mirin û hilweşandin dewam dike. Lê di nava sîstema li Rojava ava bûye de, miro vbi rengekî ewle dijîn û hewl didin sîstema ku xwe dispêre îradeya gelan ava bikin. Tevî ku kêmasî û şaşitiyên xwe hebin jî. Li gorî min, tecrûbe û sîstema Rojava divê di dema pêş de li hemû herêmên Sûriyeyê belav bibe. Divê Kurd, Ereb, Ermenî, Şîa, Asûrî-Suryanî, hemû gel li hev bicivin û Sûriyeyeke demokratîk biafirînin. Azadî, aştî û demokrasî bi vî rengî dikarin pêk bên."
Rashî işaret bi polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê jî kir û got, "Di nava ti şert û mercî de, çi erênî çi jî neyînî, em naxwazin ku Tirkiye li Sûriyeyê bimîne. Niyeta Tirkiyeyê nebaş e. Dixwaze kaos û tevlîheviyê derxîne. Ji ber vê yekê me dixwazin Tirkiye bi temamî ji wir derkeve.
'LI ROJAVA, AŞTÎ Û ARAMÎ HEYE'
Rojnamevan Dr. Mohamed Alshabk jî li Sûriyeyê beriya şer li Helebê xwedî qenaleke televîzyonê ya taybet bû. Lê belê piştî ku şer dest pê kir derket derveyî welat û neçar ma bê Ewropayê. Mohamed Alshabk anî ziman ku berê têkiliya navbera Kurd û Ereban nebaş bû û got, "Lê belê bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re ev rewş guherî. Piştî rûdana şerê navxweyî, Sûriye kete nava kaosekê. li Rojava jî rewşeke berevajî derkete holê. Kurd û Ereban hewl dan sîstemeke ku xwe dispêre gelan biafirînin. Aştî û aramî lê serdest e. Li Sûriyeyê kuştin û komkujî heye. Ji bo aştî û azadî li gelemperiya welêt belav bibe, divê sîstemeke federal, azad û demokratîk serdest bibe. Ne girîng e ez, ya jî hinek mirovên din vê dixwaze. Rastî ev e; ancax sîstemeke federal dikare Sûriyeyê komî ser hev bike. Ev sîstem me dikare li hev bicivîne."
'LI GEL DIJBERIYA TIRKIYEYÊ JÎ TÊKILIYA KURD Û EREBAN BI PÊŞ DIKEVE'
Alshabk bi bîr xist, ku li Sûriyeyê berê mafê Kurdan tine bûn û got, "Kesî nizanîbû Kurd bi vî rengî ne. Rejîmê propaganda dikir ku Kurd şeytan in, Ereban dikujin. Ev rewş piştî şoreşê jî dewam kir. Bi taybetî ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyeyê ve. Ji ber ku ev, kadroyên berê yên rejîmê bûn. Mejiyê xwe ji wir digirtin. Lewma dijberiya li Kurdan dewam dikirin. Lê belê, berxwedana Kurdan a li dijî êrîşên DAIŞ'ê mîna li gelemperiya cîhanê, li nava Sûriyeyiyan jî rê li ber sempatiyê vekir. Bi taybetî, sîstema îro li Rojava xwe dispêre gelan, di nava Sûriyeyiyan de bi sempatiyeke mezin tê pêşwazîkirin. Ez bi xwe jî dibînim, nêrîna mirovên li dora min a li Kurdan guheriye."
Dr. Mohamed Alshabk polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê rexne kir û got, "Li gel polîtîkayên tevlîhevkirinê yên van dewletan jî, li Sûriyeyê di navbera Kurd, Ereb û gelên din de têkilî bi pêş dikeve. Hewldanên wan ên ji bo avakirina sîstemekê bi hev re, her roj mezin dibe. Ji xwe rizgarî û çareserî jî bi vê dibe."