Têkildarî êrîşa Reyhanliyê 5 kesên din jî hatin girtin
Têkildarî êrîşa Reyhanliyê 5 kesên din jî hatin girtin
Têkildarî êrîşa Reyhanliyê 5 kesên din jî hatin girtin
Têkildarî teqîna li Reyhanliyê rû da, 5 kesên ku veguhestin dadgehê hatin girtin.
6 kesên ku bi îdiaya têkiliya wan bi teqîna li navçeya Reyhanliya Hatayê hene hatin binçavkirin û piştî karûbarê fermî yê li emniyeta polîsan veguhestin Edliyeya Edeneyê. Gûmanbar di bin ewlekariyek mezin de derxistin beramberî dozgeriya komarê ya bi erkê 10’mîn madeya Zagona Dij Terorê hatî peywirdarkirin. Ji 6 kesan kesekî ku navê wî nehate zanîn, hate berdan û kesên binavê F.N, S.E, Y.B, N.K. û M.G jî bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê. 5 kes bi îdiaya “endamên rêxistina çekdarî ne” hatin girtin û şandin girtîgehê.
Li gel girtina 5 keên dawî, hêjmara kesên têkildarî êrîşa Reyhanliyê hatine girtin giha 12’an.
Weke din jî hate hînbûn ku, Serdozgeriya Komarê ya Hatayê di derbarê hemû erkdarên gelemperî yên di êrîşa Reyhanliyê de ihmalên wan çêbûne lêpirsîn da destpêkirin.