Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye

Parêzer Raziye Tûrgût got, ji ber ku kiryarên li Îmraliyê li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê hatine belavkirin, bêhiqûqî û tecrîda li girtîgehan di nava 2 salên Rewşa Awarte de gelekî giran bûne û gihîştine asta herî bilind.

Li ser 2 salên Rewşa Awarte li girtîgehan û rewşa niha ya girtîgehan em bi endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Raziye Tûrgût re axivîn.

TECRÎD LI HER DERÊ FERZ KIRIN

Parêzer Tûrgût rewşa li girtîgehan a dema Rewşa Awarte weke belavbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê bi nav kir û got, "Bûyerên di dema Rewşa Awarte de diqewimin, belavbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan li girtîgehên li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Piştî ku Birêz Ocalan hate girtin, rejîmeke înfazê ya xweser ava kirin. Ev yek bi demê re li girtîgehên din jî hate ferzkirin."

Raziye Tûrgût da xuyakirin ku vê rewşê sala 2001'ê bi girtîgehên Tîpa F re dest pê kir û wiha dewam kir: "Bi Tîpa F re, sîstemeke tecrîdê hate avakirin. Dewletê, girtîgehên xwe yên bi ewlekariya bilind, di hundir de jî ji aliyê civakî ve xiste nava tecrîdê. Bi vê armancê mafê sporê, derketina hewşê û mafê tenduristiyê kêm kir û tecrîd bi vî rengî girantir kir. Bi Rewşa Awarte re ev pêkanîn girantir bûn. Çawa ku li Birêz Ocalan tê kirin, destûr nehate dayin ku em jî muwekîlên xwe bibînin."

NÊZÎKATIYÊN KÊFÎ YÊN RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛN

Parêzer Tûrgût diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan ji xwe pêwîstiyê bi biryarên dadgerên Rewşa Awarte nabînin û got, "Dema ku Rewşa Awarte dest pê kir em diçûn Girtîgeha Gumuşhaneyê. Midûrê girtîgehê lîsteyek amade kiribû û gotibû ku wê hevdîtinên me yên kesên hatine diyarkirin re qeyd bikin. Me jî got, li gorî biryarnameya Rewşa Awarte divê biryara li ser kesan yek bi yek bê girtin, lê belê wan lîsteyek ji gelek kesan amade kiribûn. Lewma di vê demê de nêzîkatiyên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan zêde bûn û derketin asta herî bilind. Şert û mercên ku me hevdîtin li nav dikirin qet nebaş bûn. Gelekî bi kêfî nêzîkî me dibûn. Weke ku bêjin, 'hûn çi dikin bikin, hûn li ku derê gilî dikin bikin, tiştek nayê kirin'. Bi vê keyfiyetê tevdigeriyan."

BI HIQÛQA DIJMINATIYÊ TEVDIGERIN

Di dewama axaftina xwe de Tûrgût destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan bi hiqûqa dijminatiyê tevdigerin û li ser vê mijarê bûyereke ku li Bolûyê bi serê wan ve hat weke mînak nîşan da: "Ji bo dîtina muwekîleke xwe ez çûbûm Girtîgeha Bolûyê. Dema kar saet 17'an diqede, lê hewl dan min saet 16'an derxînin. Weke hincetê jî gotin ku wê hewş bê girtin. Min ji wan re got ku cara yekê ye tiştekî bi vî rengî ji min re tê gotin. Ji ber ku serlêdana muwekîla min ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hebû û diviyabû ez pê re biaxiviyam. Bi hinceta ewlekariyê ez derxistin derve, ji ber ku bi hiqûqa dijminatiyê tevdigerin. Ji ber ku bi çavê 'ev hemû terorîst in' li yên li wê derê dinerin."

Tûrgût da xuyakirin ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya girtîgehan re ye û ji ber nebûna cih, li gelek girtîgehan girtî neçar tên hiştin ku bi dorê li erdê razên.

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ HÎN GIRAN E

Li ser rewşa girtiyên nexweş Parêzer Raziye Tûrgût bi bîr xist ku herî dawî di 'pêvajoya aştiyê' de li ser rewşa girtiyên nexweş hevdîtin bi Wezareta Edaletê hate kirin û bi vê wesîleyê girtiyên nexweş birin Metrîsê û ji saziyên tenduristiyê rapor hatin stendin. Tûrgût da xuyakirin ku ev pêkanî piştre hate rakirin û girtiyên nexweş ji wijdanê dozger re hatin hiştin got, "Mesela, kesekî ku her du milên wî nîne û rapora 'nabe ku li girtîgehê bê hiştin' jê re hatiye dayin jî, bi gotina 'endamê rêxistinê ye, kesekî xetere ye' li girtîgehê tê hiştin. Di dema Rewşa Awarte de tiştekî baş ji bo girtiyên nexweş nebû, berevajî vê, rewşa wan girantir bû. Dema dibin girtîgehê û vedigerînin jî li wan didin."

PROVOKASYONA JENDERMEYÊN TÎMA A

Tûrgût işaret bi nêzîkatiyên provokatîf jî kir û anî ziman, ku jendermeyên Tîma A ji wan re tê gotin nîvê şevê diavêjin ser qawîşan û her derê ser û bin dikin. Tûrgût diyar kir alavên girtiyan têne desteserkirin û lêgerînên di asta tacîzê de timî tên kirin. Raziye Tûrgût da xuyakirin ku yên vê dikin jendermeyên ji rêzê nînin, ew kes in ku bi taybetî ji bo vî karî hatine perwerdekirin."

Tûrgût bal kişand ser rewşa malbatên girtiyan jî û destnîşan kir ku girtî ber bi cihên ku bi hezaran kîlometreyî dûrî malbatên wan e tên şandin û ev yek jî aliyekî din ê tecrîdê ye.