Tecrîda Îmraliyê di rojeva çapemeniya Qibrisê de cih girt

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Loukas Fourlas tecrîda Îmralîyê anî rojevê. Di çapemeniya Qibrisê de tecrîd di manşetan de ye.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Li Qibrisê Alpha News TV û Rojnameya Alpha Newsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, rewşa mutleq a agahî nestandina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke di manşetê de weşand.

Rojnamegera Rûm a Qibrisî Elina Stamatiou di nûçeya xwe de bal kişand ser pirsa têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê ji Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Loukas Fourlas ve ji Parlamentoya Ewropayê re hate kirin.

Fourlas got: ‘’Welatekî ku ji Serdema Navîn mayî li deriyê Ewropayê dixe. Tu xebat û hewldanên Tirkiyeyê yên ku di mijara tevlîbûna YE’yê re weke gaveke şênber were pejirandin, tune ne. Tirkiye bi salan e ji bo ku Ewropayê berovajî vê yekê qanih bike, serî li her rêbazê dide.’’

Fourlas bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û ev yek anîn ziman: ‘’Tirkiye di mijara parastina maf û azadiyên însanan de xwe gavekê jî pêş naxe. Şertên di warên rojnamegerî û edaletê de gelekî xirab in.’’

Her wiha Fourlas ragihand ku li Tirkiyeyê şertên binçavkirinê pir xirab in û rojnameger tên hedefgirtin.

Loukas Fourlas diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi salan e nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtînê pêk bînin.