Tecrîd li Parîsê hate şermezarkirin
Kurdistanî ji bo şermezarkirina tecrîdê û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê li paytexta Fransa Parîsê çalakiyek pêk anîn.
Kurdistanî ji bo şermezarkirina tecrîdê û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê li paytexta Fransa Parîsê çalakiyek pêk anîn.
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê didomin.
Ciwanên Kurd li paytexta Fransa Parîsê li meydana Republiqueyê li hev civiyan û çalakiyek kirin.
Ciwanan wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê hildan û pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we rê li ber mirinê vedike, 15 girtiyên siyasî di rojiya mirinê de ne" bilind kirin.
Ciwanan posterên Ocalan jî vekirin û dûyê ji rengê kes, zer û mor hildan.