'Tecrîd dilnexwaziya li dijî guherîna li Rojhilata Navîn e'
Berdevkê HDP'ê Bîlgen seriyek da çalakgerên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rabe ketine greva birçîbûnê û got, "tecrîd dilnexwaziya li dijî guherîna Rojhilata Navîn e."
Berdevkê HDP'ê Bîlgen seriyek da çalakgerên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rabe ketine greva birçîbûnê û got, "tecrîd dilnexwaziya li dijî guherîna Rojhilata Navîn e."
Greva birçîbûnê ya ku beriya bi 8 rojan bi mebesta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.
Beriya greva birçîbûnê ya li avahiya bajêr a Enqerê ya HDP’ê were bidawîkirin Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen û Alîkara Hevserok a HDP’ê Fatma Kurtulan seriyek dane çalakiyê.
Bîlgen got divê çalakî were pîrozkirin û got, "Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya civakekê tenê dema ku li vîna xwe xwedî derbikeve watedar e."
Bîlgen got tecrîd ne kirineke wiha ye ku tenê gefê li aştiya navxweyî ya Tirkiyê dike û wiha domand, "Tecrîda îro ne tenê kirineke wiha ye ku gefê li aştiya navxweyî ya Tirkiyê dixwe û vîna Kurdan tine dihesibîne lê her wiha li dijî guherîna li Rojhilata Navîn e jî. Tecrîd li dijî aştiya Rojhilata Navîn, li dijî siberoja jiyana hevpar a gelan e jî."