'Tecrîd bi hevdîtineke ji nîv saetê naqede'

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, tecrîd bi hevdîtina ji nîv saetê neqediya ye û xwest, xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin ku Leyla Guven 71 roj in di grevê de ye.

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, li ser hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Omer Ocalan diyar kir, ji bo Ocalan xeta polîtîk a sedsala 21'ê destnîşan neke, ji aliyê dewletê ve ji mafên xwe bêpar tê hiştin û bi rengekî kêfî tê îzolekirin.

Ocalan bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne, ji 11'ê Îlona 2016'an ve jî nikare bi malbatê re rûnê.

Omer Ocalan anî ziman, mafên di destûra bingehîn de hene divê ji bo her kesî derbas bibin û got, "Nêzî 20 sal in pêkanînên taybet li dijî Birêz Abdullah Ocalan di meriyetê de ne. Bi kesayetiya xwe ya siyasî re bandoreke mezin li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn dike. Lîdereke ku di nava gelê Kurd de cihê xwe heye. Tecrîdkirina wî tecrîdkirina gel e. 20 sal in bi gelek hincetan ji mafên xwe yên name, telefon, hevdîtina bi parêzer û malbatê re bêpar tê hiştin. Rastî ev e; ji bo Ocalan xeta polîtîk a sedsala 21'ê destnîşan neke, ji aliyê dewletê ve ji mafên xwe bêpar tê hiştin û bi rengekî kêfî tê îzolekirin."

'HER KU DEWLET ZORDAR DIBE, TECRÎD GIRAN DIBE'

Omer Ocalan diyar kir, ji ber zext û zordariya giran a salên dawî ya dewletê, tecrîda li Îmraliyê dijwar bûye û anî ziman, tecrîd bi hevdîtina dawî re neqediya ye, berevajî bi xurtî dewam dike.

Ocalan bi bîr xist, Leyla Guven a ku 71 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, parlamentereke ku bi dengê di asta rekorê de ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û got, "Daxwazên grevên birçîbûnê gelekî vekirî ne. Di van daxwazan de tê gotin, dewlet li gorî kêfa dilê xwe nikare hevdîtinê asteng bike û bi hevdîtineke ji nîv saetekê jî nikare mijarê bigire. Dibe ku dewletê li gorî xwe gavek avêtibe, lê belê ev yek ne bidawîbûna tecrîdê ye."

'REWŞA TENDURISTIYÊ YA OCALAN BAŞ E'

Ocalan bi bîr xist, heman piştî hevdîtinê hesabê wî yê medya civakî hate şikandin û anî ziman ku ev yek manîdar e, provokasyonek e. Ocalan diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Abdullah Oclaan baş e, lê belê haya wî ji naveroka hevdîtinê nîne.

Ocalan da zanîn, dewlet bi pêkanînên antî demokratîk, bi nêzîkatiya dervehiştina siyaseta demokratîk re nikare encamekê bi dest bixe û destnîşan kir, divê li Tirkiyeyê mesele bi axaftin û diyalogê were çareserkirin. Ocalan bi bîr xist, civaka Tirkiyeyê niha bi temamî hatiye tecrîdkirin û kes nikare nêrîna xwe bîne ziman, ambargoyeke mezin li ser çapemeniyê ye û cih ji cudahiyê re nayê dayin.

'MESELE PAŞEROJA WELÊT E, BIRATIYA GELAN E'

Omer Ocalan diyar kir, divê bêdengiya li pêşberî tecrîdê û grevên birçîbûnê bi dawî bibe û got, "Pêwîste em xwedî li vê berxwedana bi wate û hêja derkevin. Ji ber ku mesele paşeroja welêt e, biratiya gelan e. Eger rewşeke nebaş li girtîgehan rû bide, ev ê derbê li biratiya gelan bixe; wê rê li ber hêrs û nefretê veke."

Omer Ocalan xwest, tavilê pêvajoya demokratîk dest pê bike û mesele bi diyalogê were çareserkirin.