Tê xwestin Mor Gabriel bikeve lîsteya UNESCO
Tê xwestin Mor Gabriel bikeve lîsteya UNESCO
Tê xwestin Mor Gabriel bikeve lîsteya UNESCO
Serok wezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di van rojên derbazbûyî de dinava “pakêta demokratîkbûyînêde” cih dabû manastira binavê Mor Gabriel ku mulkê wî ji aliyê hikumeta AKP’ê ve hatiye desteser kirin. Erdogan xwest vê yekê wekî lutufekî pêşkêşî Suryaniyan bike. Parlementerê Partiya Demokrat a Xiristiyan Robert Halef, ji bo ku manastirên Mor Gabriel û Zafaran bixe dibin parêzvaniyê de kete nava hewldanan dinava parlementoya Siwêdê de.
Robert Halef ku eslê xwe Suryaniye,keseke bi têkoşîna xwe ya li himber dest danîna li ser mulkê Manastira Mor Gabriel ya ji aliyê hikumeta AKP’ê ve tête nas kirin. Ji bo manstira Zafaran û Mor Gabriel bikeve dinava lîsta Mîrasên Çandî yên Cihanê UNESCO Pêşnûmeyek nivîskî pêşkêşî parlementoya Siwêdê kir û xwest parlemento li ser biryarek werbigre û hikumet bikeve nava hewildanan.
Halef diyar kir ku, 4 hezar sale Suryanî li ser axa Rojhilata Navîn jiyan dikin, yeke ji gelên despêkê ku ola xiristiyanî pejiran dine. Tevî hemû zextan ji heya roja me ya îro li ber xwe dane û heyîna xwe parastine.
Her wiha Robert Halef diyar kir ku, li herêma Mêrdîn Midyat û gundên derdorê 3 hezar Suryanî jiyan dikin. Li herêmê bi sedan Kilîse û Manastir hene û hîna mirov dikare bi karbine. Bi hezaran sale ji ber ku Suryanî yan tû dewletek ya xwe tineye, kilîse û manastir rolekî mezin lîstine ji bo ziman, çand û dîroka Suryaniyan.
Robert Halef li ser koçber kirina Suryaniyan ya ji herêmê wiha got: “ ji ber baweriya wan û etnîsîteya wan ya cûda, herdem rastî kiryarên cuda perestî,zilm û zextan hatine, ji bona wê neçar mane koçberî Ewropa bikin.” Her wiha Halef diyar kir ku, li welatê Siwêd 150 hezar û li welatên din yên Ewropa yê jî derûdora 500 hezar Suryanî jiyan dikin.
Robert Halef diyar kir ku herdû manastirên mijara gotinêne, di cîhanê de dû manastirên herî kevnarene ku dîroka Mor Gabrîel digihije piştî Îsa sala 397’ê û manastira Zafaran jî di salên 493’yê de hatine ava kirin.
Herwiha Halef di dawiyê de jî diyar kir ku, “her sal bi sedan kes ji bo hecê têne serdana herdû manastiran, ji bona parastina wê tenê bi xistina lîsta UNESCO’yê dikare were parastin.”
Piştî ku pêşnûmeya Robert Halef ji aliyê komisyona çandê ya parlementoya Siwêdê ve were lêkolîn kirin, wê li parlemanê bi avêjin dengdanê.