TBM: Aşitî bi guheritinên makeqanûnî pêk tê

TBM: Aşitî bi guheritinên makeqanûnî pêk tê

Bi pêşengiya Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) nivîskar, akademîsyen, hunermend, hiqûqnas û gelek parazvanên mafên mirovan ji bo merheleya ku pirsgirêka kurd hatiye nîqaş bikin hatin cem hev. TBM’ê da zanîn ku aşitî bi sereratkirinên qanûnî û makeqanûnî pêk tên.
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Salona Civînê ya Cezayirê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Eşber Yagmurderelî, Umît Aktaş, Derhinêr Ozcan Alper, akademîsyen Maya Arakon, wezîrê berê Ziya Halîs, parlamenterê berê yê DEP’ê Sedat Yurttaş, Prof. Dr. Gencay Gurso, endamên Komeleya Olê ya Stenbolê, endamê koma aştiyê Hacî Çelîk, rewşanbîr û hunermend amede bûn.
Metna çapemeniyê berdevkê TBM Hakan Tahmaz, xwend û diyar kir ku ji bo aştiyê divê gavên berbiçav bên avêtin û wiha got:

“Ji bo êşên 30 salan bidawî bibe divê gavên demokratîk û wekhevî bên avêtin. Ger ku paşvekişandin bi ewlehî pêk bê, dê pêvajoya çareseriyê diyar be. Di sala 1999’an de jî mînakên wiha pêk hatibû, pêvajoya Oslo û Xabûrê jî qewimîn û ji ber wê jî bawerî pir girîng e. Van mînakan pêvajo bêhtir hesas dike û divê herkes bi vê hişmendiyê tevbiger e. Berpirsiyariya zêde jî ya hikûmetê ye. Divê CHP jî dest ji şêwaza xwe yê dualî berde. Aştî mijara hemû welatiyan e. Ji ber wê jî divê hemû welatî tevli pêvajoyê bibin û werin agahdarkirin. Di pêvajoya heyî de pirsgirêka herî berbiçav ew e ku divê agirbest bi herdu aliyan pêk bê û ji bo pêvajo bi ewlehî bimeşe gavên ewlehiyê bên avêtin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û tevli pêvajoyê bibin.”
Wezîrê berê Ziya Halîs jî da zanîn ku pirsgirêka kurd heye û divê êdî tu kes bi şîdet nêzî pirsgirêka kurd nebe û peyama Oclan ji bo pêvajoyê pir girîng e. Akademîsyen Maya Arokon jî bi lêv kir ku di civakê de hişmendiyek ku gerîlayên HPG’ê derkevin derveyî Tirkiyeyê dê pirsgirêk çareser bibe hatiye avakirin, lê ev hişmendî şaşe û ji bo pirsgirêk çareser bibe hewcedarî bi pêvajoyek dirêj heye û dê gav bi gav pêvajo bimeş e. Nivîskar Eşber Yagmurderelî jî bal kişand ser hiqûqê û wiha axivî: “Heta bingeha bi hiqûq neyê avakirin pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji şer derbasî aştiyê bûyîn jî gelek zehmet e divê bi samîmî û gavên berbiçav bên avêtin.”
Nivîskar Umît Aktaş jî diyar kir ku gelê kurd û tirk gelek êş kişandine û hatine vê merheleyê û hêj di destpêka pêvajoyê de ne. Prof. Dr. Gençay Gursoy jî anî ziman ku gavên ku tevgera kurd û hikûmeta siyasî avêtiye gelek girîng in ji ber ku bi mîlyonan kes êdî aştiyê dixwazin.