TAYD-DER: Bila girtiyên nexweş bên berdan

TAYD-DER: Bila girtiyên nexweş bên berdan

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên girtiyan re TAYD-DER a Îzmîrê bi armcana başkirian şert û mercên tenduristiyê yên Rêberê gelê Kurd Abdullah ocalan bê başkirin, zextên li ser girtiyan bê bi dawîkirin û komkujiya Rojava şermezar bikin daxuyanî dan.

Girseya li Parqa Agora berhev bû di nava wan de endamê BDP PM Yusuf Kaya û nûnerên BDP’ê û bi dehan endamên TAYD-DER’ê pankarta ‘Tecrîd dikuje ji girtiyên xweş re azadî’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ hat berzkirin.

Serokê TAYD-DER’ê Dunyamali Ariç axivî û diyar kir ku gelê kurd û gerîla bi xebateke mezin xwedî li projeya Rêber Apo ya daniye holê derdikevin.

Ariç da zanîn ku ligel hikûmeta AKP’ê şer û mercên Ocalan baş nakin û zextên li ser girtiyan zêde dike.

Ariç got li girtîgehên Şakran, Kepsut û Kiriklar 1 û 2 duyan mafên girtiyan tê xespkirin û got divê şer û mercên Ocalan bê başkirin û girtiyên nexweş bên dermankirin.