TAYAD, wê 30. salvegera damezrandina xwe pîroz bike

Serokê Desteya Rêveber a TAYAD'ê Fahrettîn Keskîn û endama TAYAD'ê Naîme Emlîk Kara destnîşan kirin, ku di rewşa heyî de Tirkiye bi temamî veguheriye girtîgeha bi tîpa F.

TAYAD amadekariyan dike, ji bo salvegera 30. a damezrandina xwe pîroz bike. Pîrozbahî wê bi şiyara "Li dijî faşîzma 12'ê Îlonê me bi hev re li ber xwe dan.. Li dijî êrîşên kontra yên 90'î li ber xwe dan... Li dijî êrîşên tecrîdê yên tîpa F yên salên 2000'î me li ber xwe dan... Li dijî faşîzma AKP'ê em ê her li ber xwe bidin" di 7'ê Sibata 2016'an de li Navenda Çanda Bajêr a Şîşlî saet di 17:00 de tê lidarxistin.

Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYAD) Fahrettîn Keskîn û û endama TAYAD'ê Naîme Emlîk Kara ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku di rewşa heyî de Tirkiye bi temamî veguheriye girtîgeha bi tîpa F.

Keskîn dîroka têkoşîna TAYAD'ê ku piştî cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê destpê kir, vegot û anî ziman ku di salên 90'î de weke Malbatên TAYAD'î ji bo vegotina rastiya tîpa F wan gelek çalakî pêk anîn, di rojên mirinê yên li hundir û derveyî girtîgehan ên li dijî tecrîdê de 122 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê belê ev mijar timî hat sansurkirin.

Keskîn bal kişand ser ewşa heyî ya welêt û anî ziman, ku desthilatdariya AKP'ê welat kiriye girtîgeha tîpa F, her kes û her tişt kiriye yek tîp û zilmê li her kesî dike. Keskîn got, "Eger hingî civak hemû li dijî tîpên F derketibûya, sansur nehatibûya kirin, nûçeyên derew nehatibûna weşandin û astî bihatina nîşandan, dibe ku ev rewşa îro derneketibûya holê."

Keskîn da xuyakirin, ku weke TAYAD ew ê her tim bibin dengê girtiyên siyasî û banga desteka ji bo têkoşîna wan li raya giştî kir.

'DÎROKÊ EM PIŞTRAST KIR'

Endama TAYAD'ê Naîme Emlîk Kara bibîr xist ku hîmê destpêkê yê girtîgehên tîpa F di sala 1996'an de li Eskîşehîrê hatiye danîn û got, "Di wê demê de, mîna îro medya di destê dewletê de bû û bi manşetên 'li girtîgehan dewlet otorîteya xwe winda dike' hewl dihat dayîn girtîgehên bi tîpa F bi civakê re bidin pejirandin. Zarokên me dîsa ketin greva birçîbûnê, weke malbatên TAYAD'î jî me di mijara tîpê F de kampanyayên îmzeyan, panel pêk anîn. Me xwest em li nava girtîgehên tîpa F ên çêkirina wan xilas bûn bigerin, lê polîsan her carê li me dan û nehiştin. Lê mixabin dîrokê em piştrast kir."

Kara anî ziman ku li girtîgehên tîpa F bênasnamebûyîn, bêrêxistinî û poşmanî li ser girtiyê siyasî hat ferzkirin.

Kara diyar kir, desthilatdariyeke li dijî gelê xwe şer dike di roja îro de heye û got, "Roj li dijî faşîzmê roja yekbûyînê ye. Divê em, yên êrîşî me dikin baş nas bikin. Êşên me yek in, ji 19'ê Kanûnê heta Cizîr û Sûrê dewam dikin. Di navbera mirovên me yên li Madimakê û Cizîrê hatin şewitandin de ti cudahî nîne. Lewma divê em bi hev re têbikoşin."

...