TAY-DER: Bi lezgînî berê xwe bizîvirînin girtîgehan!
Seroka TAYD-DER'ê parêzer Tanrikûlû diyar kir, ev meheke li girtîgehan zext, şîdet û lêgerîna bi rengekî tazî zêde bûne û bang li raya giştî kir, ku bi lezgînî berê xwe bide girtîgehan.
Seroka TAYD-DER'ê parêzer Tanrikûlû diyar kir, ev meheke li girtîgehan zext, şîdet û lêgerîna bi rengekî tazî zêde bûne û bang li raya giştî kir, ku bi lezgînî berê xwe bide girtîgehan.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger a di destpêka meha Adarê de dabûn destpêkirin qedandin û diyar kiribûn ku ew ê dest bi çalakiyên cihêreng bikin.
Piştî vê berxwedanê, rêveberiyên girtîgehan ji bo şikandina vîna girtiyan û pêşîgirtina li baldariya raya giştî, dest bi meşandina polîtîkaya şîdet, zext û sirgûnê kirin.
Seroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAY-DER) parêzer Seda Tanrikûlû rewşa dawî ya li girtîgehan di çarçoveya lêkolînên xwe yên di meha dawî de kirin, ji ANF'ê re vegot.
Tanrikûlû da xuyakirin, ku li hemberî girtîgehan her tim zext hene, lê belê bi ragihandina xwerêveberiyan li bajarên Kurdistanê ev zext û tecrîd gelekî zêde bûye. Tanrikûlû bi taybetî işaret bi zext û lêgerîna bi rengekî tazî ya li girtîgehên Menemen û Tîpa T a Şakranê kir, ku ev her du girtîgeh nû vebûne.
Tanrikûlû da zanîn, aliyekî şer di ser girtiyan re tê meşandin û anî ziman, ku li hemberî girtiyên kêm man e tehliye bibin, bi zanebûn lêpirsîna dîsîplînê tê vekirin.
'GERANDINA GOVENDÊ, GOTINA STRANAN SÛC E'
Parêzer Tanrikûlû da xuyakirin, ku piştî greva birçîbûnê ya ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê, li hemberî girtîgehan pêla zext, şîdet û sirgûnê destpê kiriye û got, "Zext ne tenê li girtiyan tê kirin, di heman demê de li mirov û malbatên wan ên diçin serdanê jî tê kirin. Bi taybetî, ziyaretvanên jin di bin navê lêgerîna berfireh de tên tacîzkirin. Di vî warî de gelek gilî gihaştin ber destê me. Çi ji destê wan tê li hemberî malbatan û girtiyan dikin. Bi taybetî li girtîgehên Menemen û Tîpa T4 a Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê zexteke giran dikin. Bi gotina 'gerandina govendê sûc e' li hemberî gelek girtiyan lêpirsînan vedikin û ceza li wan dibirin."
'GIRTÎGEHA OSMANIYE STASYONEKE SÛC E'
Tanrikûlû anî ziman, ku bi qasî 200 girtîgeyên ji Amedê sirgûnî girtîgehên li herêma Ege û derdorê hatine kirin û destnîşan kir, ku girtî bi taybetî di dema sirgûnkirinê de rastî lêdan, heqaret û îşkenceyê tên. Tanrikûlû got, "Girtîgeha Osmaniye weke stasyonekê ye. Girtiyên tînin vê derê di nava şert û mercên gelekî giran de tên ragirtin û piştre ji girtîgehên din re tên şandin. Di dema sirgûnê de destûr ji girtiyan re nayê dayîn ku ti eşyayekî xwe bi xwe re bibe. Bi kincên wan, bi îşkence û lêdanê yekser ji koxûşê tên derxistin û sirgûnkirin. Ewçend bi dijwarî êrîş dikin, ku di dema sirgûnkirina girtiyekî 72 salî de, hestiyên qefesa sînga wî şikandine. Wekî din, her girtiyê tê sirgûnkirin, ewilî li koxûşên girtiyên edlî tên ragirtin."
Parêzer Tanrikûlû mafên li girtîgehan tên binpêkirin bilêv kir:
GIRTÎGEHA TÎPA T YA MENEMENÊ
Rêveberiya girtîgehê li korîdorê xetek xêz kiriye û di dema çûyîna hevdîtinê de hem ji mirovên hatine serdanê hem jî ji girtiyan tê xwestin ku li ser vê xetê bikevin rêzê û bi vî rengî bimeşin. Di dema çûyîna nexweşxaneyê de ji girtiyan tê xwestin, benikê pêlava xwe derxînini, lewma kes nikare biçe girtîgehê. Girtiyê nexweşê giran Alî Kûrban ê nexweşê diyalîz e, piştî diyalîzê got, 'hûn çima min li ser piyan disekinînin, ez nexweş im', lê li ser vê yekê li wî dan. Ji ber nexweşiya xw Alî Kûrban lîsteyeke diyetê daye îdareyê, lê xwarinên berevajî vê lîsteyê jê re tê dayîn. Li girtîgehê xwarin gelekî kêm e; ji 17 kesan re xwarina têra 6 kesan dike tê dayîn. Hejmara pirtûkên tên kêm e. Girtî neçar in li qenalên televîzyonê yên ji aliyê wan ve hatine diyarkirin temaşe bikin û rojnameyên îdare wan destnîşan dikin, bixwînin.
GIRTÎGEHA TÎPA TE YA ŞAKRANÊ
Bi taybetî li kampûsa T4 pêkanînên taybet hene. Li tevahiya girtîgehê niha zext û şîdet heye. Bi taybetî lêgerîna bi rengekî tazî li girtiyên jin û xizmên wan tê ferzkirin. Bi bahaneyên 'We stran gotin, pîrozbahî lidar xistin, govend gerandin, hûn bi hev re geriyan' lêpirsînê dîsîplînê tên vekirin.
GIRTÎGEHA TÎPA F YA HEJMARÊN 1 Û 2. ÊN KIRIKLARÊ
Li Girtîgeha Hejmaar 2. a Kiriklarê, ji bo hevdîtina parêzeran roj û saet hatin bisînorkirin. Îdare bi gotina 'fermanmayeke nû hatiye' ve hewl dide asteng bike. Pêkanînên kêfî li vê derê gelekî zêde ne."
Tanrikûlû da xuyakirin, ku li girtîgehên li bajarên Antalya, Afyon, Isparta, Denîzlî, Aydin, Mûgla, Manîsa û Balikesîrê zext, şîdet û ferza lêgerîna bi rengekî tazî hene û diyar kir, ew ê encamên lêkolînên xwe di dema pêş de bikin rapor û pêşkêşî raya giştî bikin.