Taxeke din a Mûsilê hat rizgarkirin

Artêşa Iraqê, taxeke din a Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir. Bi vî rengî tenê 5 tax man di destê DAIŞ'ê de.

Artêşa Iraqê û komên wê yên milîs, ku di 17'ê Cotmeha 2016'an de ji bo paqijkirina Mûsilê ji DAIŞ'ê dest bi operasyona 'Em tên Nînova' kirin, taxeke din ji destê DAIŞ'ê derxistin.

Fermandarê operasyona navborî Ebdulemîr Raşîd Yarallah diyar kir, wan taxa Rabîa jî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Serokê hêza antî terorê ya artêşa Iraqê talîb Şehatî jî bi civîneke çapemeniyê ragihand, heta niha wan 47 tax ji DAIŞ'ê paqij kirine û tenê 5 tax di destê DAIŞ'ê de man e.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tenê taxên Zencelî, Şîfa, Meydan, Bab Sîncar û Farûqî yên Mûsilê di destê DAIŞ'ê de ne. Artêşa Iraqê dixwaze beriya meha Remezanê ragihîne ku Mûsil ji DAIŞ'ê paqij kiriye.

Artêşa Iraqê û hêzên wê yên milîs, di qonaxa destpêkê ya operasyonê de rojhilatê Çemê Dîcleyê kontrol kirin û di qonaxa duyemîn de jî berê xwe da bûn rojavayê bajêr.

Wekî din, hêzên Heşdî El Şabî ku berê xwe dan nahiya Kayrawan a Şengalê, dan xuyakirin ku gundên Nîliyê û Sirî yên li başûrê nahiyê ji DAIŞ'ê standine.