Tan: Dewleta Tirk bixwaze jî nexwaze jî dê pêvajo pêşde biçe

Tan: Dewleta Tirk bixwaze jî nexwaze jî dê pêvajo pêşde biçe

Tan: Dewleta Tirk bixwaze jî nexwaze jî dê pêvajo pêşde biçe

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan li bajarê Graz a Awusturyayê tevli civîneke gel bû û diyar kir ku dewleta tirk bixwaze jî nexwaze jî dê pêvajo pêş ve biçe. Tan destnîşan kir ku ger yekitiya kurdan bi hêz be dê ji pêvajoyê bi hêz derkevin.

Li bajarê Graz a Awusturyayê Parlamenterê BDP’yê yê Amedê Altan dan tevli civînek gel bû.  Tan di civîna ku li avahiya Partiya Komunîst a Awusturyayê pêk hat de,çavdêriyê xwe yên di hevdîtina bi Ocalan re kirine ji gel re parve kir. Tan destnîşan kir ku statukoya heyî li Rojhilata Navîn nayê qebûlkirin û diyar kir ku sedemeke ku Tirkiyeyê bi PKK’ê re pêvajo daye dest pê kirinê.

Civîn bi pirs û bersivan berdewam kir û gel gelek pirs ji  Tan pirsîn. Tan anî ziman ku her kes di vê pêvajoê de bi fikare û got ew ji vê pêvajoyê bi hêviye û wiha got: “Kurd êdî ne kurdên berê ne. Dewleta tirk bixwaze jî nexwaze jî dê êdî pêvajo pêşve biçe.”

Tan diyar kir ku hamleya dawî ya tevgera kurd argumana dawî ya destê Tirkiyeyê jî ji dest girtiye û kurdan samimiyeta xwe ya ji bo aştiyê nîşanê hemû cîhanê daye.

Parlamenter Tan anî ziman ku ji bo vekişînê biryara meclisê şerte û wiha got: “Di sala 1999’an de di dema vekişînê de tiştên biqewimin me dîtin. Ji ber vê heta garantî neyê dayîn tu vekişîn pêk nayê. Ji bo ku pêvajo bi awayekî erênî bimeşe divê her du alî jî temînata hiqûqî bidin. Bidestxistina statuya li Rojava dê ji pirsgirêka Bakur re jî bibe ronahî û ji ber vê jî divê Tirkiye jî pirsigrêka kurd çareser bike.”

Tan ku li ser navê BDP’ê di komîsyona ku xebatên makeqanûna nû dimeşîne de cih digire, bersiva pirsan da.  Tan got ku her sê xalên yekemîn yên makeqanûnê  ‘ne qanûnî ye’ û ragihand ku divê bo başiya gel guherîn bê kirin.  Tan diyar kir ku ew dê makeqanûneke ku mafên kurdan nadinê erê nekin.

Tan li ser pirsa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê serbest bê berdan ? jî wiha got: “Ger ev pêvajo bigihêje serkeftinê Ocalan jî tê de dê hemû  girtî bên berdan. Lê ger têk biçe em jî dê biçin.  Divê pêvajoyê de hewcedarî bi yekitiya kurdan heye.”