Tajma Sisic a ji Bosnayê: Paqijiya etnîkî ya li Efrînê rawestînin

Tajma Sisic a ji Bosnayê ku ji komkujiya 1995'an a li Srebrentnisayê rizgar bû û xwe li Swêdê girt, ji bo pêşî li paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan tê kirin bê girtin bang li hikumeta Swêdê kir.

Sisic ji rojnameya Sydöstranê re duh bi sernavê "Divê Swêd ji bo Efrînê û Kurdan niha bikeve nava liv û tevgerê" nivîsek nivîsî. Sisic diyar kir ku bomberdûmana dewleta Tirk a li ser Efrînê hê dewam dike û ragihand ku Tirkiye êrîşî hêzên ku gelek herêmên Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê paqij kiriye dike. Sisic nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da ku li gorî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevnagere.

Sisic da xuyakirin ku dewleta Tirk peymanên navneteweyî bin pê dike û got, "Dagirkerî hê bi rengekî li dijî hiqûqa navneteweyî dewam dike. Dem hatiye ku Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî zextê bikin. Divê niha dawî li êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê were anîn." Sisic bang li hikumeta Swêdê kir ku di vî warî de bikeve nava liv û tevgerê.

Sisic anî ziman, komkujî rê li ber kuştina gelek mirovan vedikin, lewma divê di dîrokê de dubare nebin û got, "Lê tevî vê yekê jî paqijiya etnîkî dewam dike. Heta ku em hemû azad nebin kesek azad nabe. Ji ber vê yekê divê paqijiya etnîkî ya gemarî ku li Efrînê tê kirin tavilê bê rawestandin."

Tajma Sisic bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.