‘Tahîr Elçî 2 sal in li heman derê ye’
Tahîr Elçî ji aliyê rêxistina bajêr a Stenbolê ya HDP’ê li Qada Îskeleyê ya Beşîktaşê hate bibîranîn.
Tahîr Elçî ji aliyê rêxistina bajêr a Stenbolê ya HDP’ê li Qada Îskeleyê ya Beşîktaşê hate bibîranîn.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat qetilkirin, li Qada Îskele ya Beşiktaşê bi bîr anî. Di bernameya bîranînê de Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, Hunermend Zeynep Tanbay, akademisyen Erol Katircioglu, Gençay Gursoy, Esra Mûngan, nivîskar Ayşegul Tozeren, Asli Aydintaşbaş û gelek kesên din amade bûn. Beriya bîranîne polîsan bi maşîneyên zirxî qad dorpêç kirin. Li qadê pankarta "Tahîr Elçî 2 sal in li heman cihî ye” vekirin. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek axivî.
Çîçek, diyar kir ku Elçî 2 sal berê li pêş kamerayan hat qetilkirin û wiha got: "Em ê li mîrateya wî ya wekhevî, edalet û demokrasiyê xwedî derkevin. 2 sal di ser kuştina wî re derbas bû. Lê di lêpirsînê de tu pêşketin tune ye. Elçî bi salan li dijî kuştinên kujer nediyar têkoşiya. Bi salan têkoşîna edalet û demokrasiyê pêş xist. Herî dawî li Cizîrê di qedexeya derketina kolanan de ji Mêrdînê meşiya û çû Hezexê. Têkoşîna wî ya ji bo aştî, biratî û edaletê nayê ji bîr kirin. Kuştin di heman demê de karneya Tirkiye ya demokrasiyê jî qirêj dikin."
Çiçek, herî dawî destnîşan kir ku heta li vî welatî kujerên nediyar neyên ronîkirin wê demokrasiya Tirkiyeyê her dem di bin talûkeyê de be. Çîçek, bi lêv kir ku ew ê li têkoşîn û doza Tahir Elçî xwedî derkevin û wiha got: "Tahîr Elçî nemir. Em hemû Tahîr Elçî ne. "
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî axivî û wiha got: "Hûn dizanin qasidê aştiyê mirovên romantîk in. Di serdema şer de jî li dijî vê yekê rol dilîzin. Di serdema herî dijwar de dengê xwe bilind dikin. Niha dixwazin yên dengê xwe bilind bikin, dengê wan tune bikin. 10 sal berê Hrant Dink kuştin. Ji ber qasidê aştiyê yê Ermeniya bû ew kuştin. Wekî hûn dizanin li vî welatî dest kevokan nayê dayîn. Lê hêzên tarî ew jî ji destê me derxistin. Kesên şer dixwazin mirovên wekî Hrant û Tahir di nava xwe de naxwazin. Lê dawiya dawî wê ev tarî ronî bibe."