Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal Sanchez û Campbell bi bîr anîn

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal ji bo Alina Sanchez (Lêgerîna Çiya) û Anna Campbell (Hêlîn) îro daxuyaniyeke nivîskî da.

IFB’ê got, ‘’Hevrêyên me Anna Campbell (Hêlîn), Haukur Hilmarssson (Şahin Hüseyni), Samuel Prada Leon (Baran Galicia) û Oliver François Jena Le (Kendal Breizh) li Efrînê, Sjoerrd Heeger (Baran Sason) li Dêrazorê û Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) li Hesekê şehîd bû.’’

 ‘QET DUDULÎ NEBÛN, TEMENÊ XWE DANE ŞOREŞÊ’

Di mesajê de hate gotin, ‘’Piştî ku berxwedana me ya dastanî ya 58 rojî kete qonaxeke dî, me têkoşîna xwe ya taktîkî anî ser hêleke dî ya tatkîk’ û li ser Campbell û Sanchez wiha hate gotin:

‘’Hevrê Annna Campbell ((Hêlîn) dema ku di konvoyekê de bû, 16’ê Adara 2018’an ji hêla balefirên şer ên Tirk ve bû hedef û şehîd bû. Hevrê Hêlîn cara pêşî di nav refên YPJ’ê de li Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê şer kir, bi destpêkirina berwedanê re çû Efrînê parastina şoreşa Rojava. Wê li xaka Rojava, ku ji bo îdealên xwe hatibû, gavekê jî dudilî nebû. Di şer de her dem bi hevrêyên xwe re li eniyên pêş bû.’’

Hevrêya me şervana YPJ’ê ya ji Amerîkaya Latîn Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) li Hesekê bi qezayeke trafîkê jiyana xwe ji dest da. Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) di xizmeta tenduristiyê de bû û jiyana bi dehan şervanî xilas kir. Ew li pey wan şoreşgerên ku dîktaor hilweşandin, li pey Xwîşkên Mîrabel û Che meşiyabû. Weke Che yê doktor ku jiyana xwe dayî şoreşê wê jî temenê xwe da şoreşê.

Weke şervana Enternasyonal İvana Hoffman ku 7’ê Adara 2015’an şehîd bûyî, azadiya ziman, netewe, rengan parastiye, ji bo şoreşa jinan û serfiraziyê hatibû xaka Rojava û xwe tevlî nav şoreşê kiribû. Weke Ruis ku 24’ê Sibata 2018’an li Efrînê şehîd bûyî û weke  şervanê Tabûra Azadiyê ya Enernasyonal ê Îzlandî Haukur Hilmarsson (Şahin Hüseyni) li dijî faşîzmê, çeteyên paşverû, li djî yên ku dijminê gelan in hatibû azadiya gelan biparêze.  Dirûşma ‘peyv dabe dikin çalakî dikin yek’ ku ji kueyên Amerîkaya Latîn em hîn bûn, bi jiyana hevrê Lêgerîn û Hêlînan careke dî derketiye holê.

Em Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal sersaxiyê didine malbat, dost û hevrêyên têkoşînê yên hevrê Lêgerîn Çiya û Hêlînê.’’