TŞYG'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Di daxuyaniya TŞYG'ê de hat gotin, "Sala 40'î ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz be."

Di daxuyaniya TŞYG'ê de bal hate kişandin ser rola dîrokî ya PKK'ê di parastina hebûna gelê Kurd û afirandina têkoşîna şoreşgerî li nava civaka Kurd û hat gotin, "Di têkoşîna îdeolojîk, leşkerî, siyasî û civakî de rêyeke nû vekir û têkoşîna şoreşgerî-demokratîk û welatparêziyê li ser bingeha berxwedanê li Kurdistan û Tirkiyeyê belav kir."

PKK LI SER BINGEHA BIRATIYA GLEAN TEVGERIYA

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Partiya Karkerên Kurdistanê li ser xeta neteweyî-demokratîk bi pêş ketiye, di nava şert û mercên avabûnê û têkoşîna piştî wê de li ser bingeha pîvana biratiya gelan li dijî faşîzmê tevgeriya ye û têkoşîna bi tevgerên demokratîk-şoreşger timî girîng dîtiye.

TŞYG'ê destnîşan kir ku PKK ji bo gelan bi rola pêşengiyê rabûye û di geşkirina berxwedanê û xurtkirina şerê hevpar ê li dijî her şêweyê paşverûtiyê, firsendeke girîng a têkoşînê pêşkêşî wan kiriye.

Di daxuyaniyê de sala 40'î ya PKK'ê hate silavkirin, ji hemû kadro, sempatîzan û alîgirên PKK'ê re daxwaza serketinê hate kirin û hat gotin, "Em li pêşberî bîranîna hevrêyên PKK'yî yên tevlî karwanên şehîdan bûne bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dibêjin ku em ê xwedî li kevneşopiya wan a berxwedanê derkevin û li ser vê bingehê bi erkên şoreşgerî rabin."

TÊKOŞÎNA LEHENGÎ YA ŞEHÎDÊN BESTAYÊ HATE SILAVKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "13 hevrêyên PKK'yî yên di navbera 11 û 15'ê Mijdarê de li Bestayê şehîd bûn, li dijî faşîzma dewleta Tirk û AKP-MHP'ê bi lehengî têkoşiyan. Em vê têkoşîna wan silav dikin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê û yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê hevrê Delal Amed (Hulya Eroglû) û ji fermandarên YJA Starê hevrê Azê Malazgîrt, di têkoşîna radîkal û bi biryar a azad-demokratîk a jinê û pêşengiya jinê ya di vî şerî de xwedî kedeke mezin bûn.

HEVRÊ DELAL AMED DI KARÊ TŞYG'Ê DE XWEDÎ KEDEKE GIRÎNG BÛ

Hevrê Delal Amed, di karê birêxistinkirina Fermandariya Hevpar a TŞYG'ê de, her wiha di pêşvebirina karê TŞYG'ê de xwedî kedeke mezin bû. Hevrê Delal Amed bi jiyan û sekna xwe ya şoreşgerî bû hevrêyeke mînak a çeperê, bi tecrûbeya xwe ya fermandarî û karê xwe yê leşkerî her tim ji me re bû alîkar. Di karê birêxistinkirina têkoşîna jinê ya şoreşgerî de bi tevlîbûna xwe ya sade û bi biryar her tim bû xwedî sekneke bi mînak. Hevrêya me Delal Amed bû temsîla herî şênber a rêbaza fermandariya rast û sekna jinê ya pêşeng a şoreşgerî.

Di şexsê hevrê Delal û Azê de em hemû lehengên berxwedana Bestayê bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin ku di şerê şoreşgerî de em ê tolê ji faşîzmê hilînin û edaleta gel serdest bikin. Em hemxemên PKK û gelê Kurd in, bi geşkirina berxwedanê em ê bersivê bidin van hevrêyên şehîd.

Di sala 40'î ya PKK'ê de em bang li gelên xwe û raya giştî ya şoreşger-welatparêz dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û terora dewleta T.C li her qadê hê bêhtir bibin yek, xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û hesab ji vê desthilatdariya dest bi xwîn bipirse."