Swoboda: Hewcedariya Tirkiyê bi serokwezîrekî nû heye

Swoboda: Hewcedariya Tirkiyê bi serokwezîrekî nû heye

Serokê Koma Sosyalîst ya Parlamentoya Ewropayê (AP) Hannes Swoboda, guherîna kabîneya Tirkiyeyê nirxand û got: “Hewcedariya Tirkiyeyê bi serokwezîrekî nû yê ku kêm otokratîke heye.

Swoboda di hesabê xwe de der barê îstîfayên wezîran de şîrove kirin û got: “Piştî îstîfayan serê serokwezîrê tirk Erdogan ket derd. Belkî jî hewcedariya Tirkiyeyê bi serokwezîrekî nû heye.

Piştî tweeta Swoboda, hem AKP’iyan û hem jî CHP’iyan bertek nîşan da. Kesekî ku Swoboda dişopand, diyar kir ku berê jî li serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu şîroveyên tund kiriye û Swoboda jî li dijîvê tund bersiv da û got: “Lêborînê dixwazim lê, wek min berê jî bi dehan carî gotiye, anîna cem hev ya Esad û Erdogan cuda ye.”

Swoboda berê jî Kiliçdaroglu ji ber gotinên ku ji Erdogan re gotibû rexne kir û bibû rojeva Tirkiyê. Di dema protestoyên Geziyê de Swoboda diyar kiribû ku divê Erdogan hêzên ewlehiyê li dijî welatiyan proveke neke.