Rêveberiya Swîsreyê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir. Wezîrê Karên Deve Îgnazîo Cassîs ji medya Swîsreyê re aixvî û bi rengekî tund êrîşên dewleta Tirk rexne kir.
Cassîs bi bîr xist ku tevî ku li dijî Tirkiyeyê ti gef nebû êrîş kiriye û got, "Ev rewş tê wateya binpêkirina qanûnên Neteweyên Yekbûyî. Tirkiyeyê bi rengekî ku heta niha nehatiye dîtin qanûnên navneteweyî binpê kir."
Rayedarê Swîsreyî fikarên xwe yên ji mezinbûna aloziya li herêmê ya ji ber êrîşa Tirkiyeyê anî ziman û got, "Em qala şerekî dikin. Ji bo ev rewş mezintir nebe divê em bikevin nava hewldanan."