Swêdî: Min di nav Kurdan de mirovatî, parvekirin û piştevaniya rast dît
Swêdî: Min di nav Kurdan de mirovatî, parvekirin û piştevaniya rast dît
Swêdî: Min di nav Kurdan de mirovatî, parvekirin û piştevaniya rast dît
Ji bo piştgirîdayîna berxwedana Kobanê hatina ser sînor a welatiyên biyanî ji welatên cur be cur dewam dike. Swêdiyê bi navê Yakarî Feyer ê 28 salî, ku nêzî meheke li Pirsûsê di nava kar û xebatên alîkariyê de ye anî ziman ku wî li vir mirovatî, parvekirin û piştevaniya rast dîtiye û gelekî di bin bandora vê de ma ye.
Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya hezên YPG û YPJ’ê li hember çeteyên dagirker û kujer ên DAIŞ’ê tê meşandin, li cîhanê pêl pêl belav dibe. Ev berxwedana dirokî bala gelek mirovên sosyalîst û aştîxwaz dikşîne û ji bo vê gelek mirovên biyanî ji welatên cur be cur berê xwe didin Kobanê û tên ser sînor. Kesên bi navê Yakarî Feyer (28), Tobîas Meîer (20) û Cedrîc Muller (20) jî ji bo ditîna berxwedana bêhempa û piştevaniya wê ji Swedê ketin ser rê û hatin ser sînor. Welatiyê Swedî Yakarî Feyer der heqê hatina xwe de axivî û diyar kir ku agahiyên wan têkoşîna gelê kurd a ji bo mafên xwe yên xwezayî dişopînin û polîtika qirej a li ser gelê kurd tên meşandin dibînin.
'MIN LI VIR MIROVATÎ, PARVEKIRIN Û PIŞTEVANÎ DÎT'
Feyer diyar kir ku ew dizanin gelê kurd bê çawa kirine çar parçe û ji hev qut kirine û wiha got: “Baweriya me bi gelê kurd û bi têkoşîna wan heye ku dê rojekê bi ser bikevin. Em dizanin bê kî di têkoşîna xwe de mafdar e û kî jî neheq e. Nêzî mehekê hatime vir. Min li vir di nav kurdan de mirovatî dît. Min li vir parvekirin û piştevanî dît. Mêvantî dît. Berê eger di destê min de portekalek hebûya dibe min têxista bêrîka xwa. Lê vir kesê ku di destê wan de portekalek hebe naxwe û bi hevalên xwe û mirovan re parve dike. Gelê kurd wekî pergala kapîtalîst ne ji xwe re ye. Gelê kurd ne mîna gelên din e. Di serî de ev tişt li ser min gelek bandor kir û min jê hêz girt.”
'DEMA EM VEGERIYAN SWÊDÊ EM Ê VÊ BERXWEDANÊ JI DERDORÊ RE VEBÊJIN'
Welatiyê Swedî yê bi navê Tobîas Meîeryê ku ev du roj in hatiye ser sînor aliye Pirsûsê diyar kir ku dema ku welatiyên kurd û dostên wan ji Swedê çalakiyên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin bi rewşa Kobanê hesiyaye û ji bo dîtina berxwedana jî berê daye Kobanê. Meîer da zanîn ku dema vegeriya Swedê jî dê çavderiyên xwe û rewşa li ser sînor ji wan re ragihîne û wan jî agahdar bike.
'HEVAL Û DOSTÊN ME LI BENDA ALÎKARIYÊ NE'
Cedrîc Muller jî bilêv kir ku armanca hatina wan a sereke ji bo tespîtkirina pêdiviyan e û piştî vegeriyan jî dê li Swedê ji bo çareserkirina wan de kar û xebatên xwe bimeşînin. Muller dest nîşan kir ku gelek dost û havalên wan ê der dora wan li benda alikarî dayîna Kobanê ne û di heman demê de li benda çavderiyên wan in jî. Muller got ku heval û dostên wan ji bo vê yekê ev şandina û hêviya wan in ku dest bi kar û xebatên xwe yê alîkariyê bikin.
Welatiyên Swedî yên ku ji ajansê me re axivîn piştre bi hev re dirûşma “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” berz kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.