Swêd dê roja çarşemê biryara Enfalê bide

Swêd dê roja çarşemê biryara Enfalê bide

Piştî kar û xebateke berfireh a rêxistinên kurdan îro pêşniyara ku swêd enfalkirina Kurdistanê wek qirkirin (jenosîd) nas bike, li Parlementoya Swêdê hate guftûgokirin. Parlemento dê çareşema bê biryarê bide.

Hejmarek parlementerên Swêd pêşniyara ku Enfala li djî gelê kurd li Swêdê wek jenosîd were naskirin anîn rojeva parlementoya Swêdê.

Li ser vê mijarê Parlementerê Partiya Keskan Cebar Emîn ku bi eslê xwe kurd e, ji telefozyona Newroz Tv re axivî û got: “Di rûniştina îro ya parlementoya Swêdê de hejmarek pirs hatin gûftûgokirin ku yek ji wan jî, wek jenosîd naskirina pirsa kurd bû. Piraniya partiyên Swêd li ser nasandina Enfal wek Jenosîd hevdeng in û çav li rê ne ku roja Çarşema bê jî wek biryar bê erêkirin.

Cebar Emîn herwiha radigihîne ku heger parlementoya Swêd enfalê wek jenosîd nasbike, dê piştî parlementoya Iraqê dê bibe parlemetoya duyemîn ku enfal wek jenosîd qebûl kiriye.

Di dema deshilatdariya rêjima Baas ya ku salên 1963-2003 li ser desthilatiyê ma, de herî kêm 182 hezar keç, xort, jin, mêr, pîr û kalên kurd hatin qetilkirin an jî “Enfalkirin.” Heta niha jî hestiyên Kurdan ji gorên komî têne derxistin. Li hemberî hemû xebatên malbatan, hukûmet û rêxistinên Başûrê Kurdistanê heta niha gelek gorên wenda hene û nehatine dîtin.

Pêşnûmeya naskirina Enfalê ya ji aliyê 5 parlementerên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat a Swêdê Shadiye Heydarî, Anna-Lena Sörensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin bi yekdengî ji aliyê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlementoya Swêdê ve hate qebûlkirin. Bi vî awayî Swêd dibe welatê duwemîn ku Enfalê bi fermî weke qirkirinê qebûl dike