Swêd biçekkirina dîktatoran didomîne

Hikûmeta Swêdê pêşnûme qanûna ku di firotina çekan de guhertînan dike bi piştgiriya partiyên mûxalefetê li parlamentoyê derbas kir.

ANF MÛRAT KÛSEYRÎ STOCKHOLM

Wezîrê Edaletê Morgan Johanson bi anîna rêgezên nû re îdîa kir ku di firotina çekan de Swêd welatê herî demokratîk e lê rêxistinên aşitî û mafê mirovan diyar dikin ku di rêgezên nû  de firotina çekan ya ji bo dîktatoran nehatiye asteng kirin.

Swêd yek ji wan welatan e ku  di cîhanê de zêde çekan îxraç dike (firotina ji derve) û di cîhanê de di nava 10 welatan de cih digre. Rêxistinên mafên mirovan yên li Swêdê demek dirêj e dixwestin ji bo sînordarkirina îxraçkirina çekan, firotina çekan a ji bo welatên rêveberiya dîktatoriyê were qedexekirin.

Hikûmeta Kêmar a ku Partiya Karker a Demokratên Sosyal û Partiya Keskan pêk hatî biryar da ku di firotina çekan de li şûna krîterê mafê mirovan a sazkar krîtera demokrasiyê bîne. Lê Partiyên çep û rêxistinên mafê mirovan gotin ‘krîtera demokrasiyê’ şîlo ye, wê nikaribe bibe asteng ku çek ji bo wan welatan were firotin ku mafê mirovan binpê dikin an jî bi dîktatoriyê têne rêvebirin.

ÇALAKIYÊN PROTESTOYÊ HATIN LIDARXISTIN

Dema ku pêşnûme qanûn li parlamentoyê dihate gotûbêjkirin, ji bo protestokirina politîkayên îxraca çekan li pêşiya avahiya parlamentoyê xwepêşandan dihate kirin.

Rêxistinên civaka sivîl yên ku xwepêşandan organîze dikirin; Serokên Komeleya Aştiyê ya Swêd, Federasyona Jinên Navnetewî ya ji bo Aşitî û Azadiyê, Rêxistina Efû ya Navnetewî, Tevgera Aşitî ya Xiristiyan û Dîakonayê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê û diyarkirin ku firotina çekan ya ji bo dîktatoriyê nehatiye astengkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Wezîrê Dadmendiyê Morgan Johansson ku ji firotina çekan berpirs e, berpirsyariya firotina çekan a ji bo welatên ku mafê mirovan bine dike avête ser ÎPS’ê (Mifetişiya Berhemên Stratejîk) û rexne lê tê kirin çek ji bo Filîpînan hatiye firotin ku Dadgeha Cezayê ya Navnetewî xwe hazir dike ku serokwezîr darizîne.

FIROTINA ÇEKAN YA JI BO DÎKTATORAN ZÊDE BÛ

Di firotina çekan de ya ji bo welatên ku bi demokrasiyê nayên birêvebirin, berhevkirina  salên 2000-2009 û 2010-2016’an de zêdebûnekî 120 ji sedî ku bûye 22,8 mîlyar kron balê dikêşe ser xwe.

Johansson diyar kir ku bi rêgezên nû re firotina çekan ya ji bo welatên ku demokrasiya wê xirab e, bi sînor kirine û wiha got; “Eger ji bo politîkayên ewlehî û parastina Swêdê sedemeke bihêz hebe wê bazirganî were kirin.”

JI BO TIRKIYEYÊ JÎ ÇEK TÊ FIROTIN

Li gorî îstatîkên ÎPS (Mufetîşê Tiştên Staretîj)ku roja 21’ê Sibatê eşkere kirî firotina çekan li gorî sala derbasbûyî  rêjeya 2  ji sedî zêde bûye û 11,3 mîlyar kron bilind bûye.  Welatên ku Swêd çekan difiroşe ku binpêkirinên herî giran yê mafê mirovan û bi demkrastiyê nayên birêvebirin Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Fîlîpînler, Taylan, Endonezya û Pakîstan heye.

Swêd di rêza welatên herî zêde çekan difiroşe bi Breezîlya, Hindistan, DYA, Norweş, Elmanya, Hollanda, Kanada, Îngîltere û Efrîkaya Başûr re di nava 10 welatan de cih digre.

Li Rojhilata Navîn jî herî zêde çekan difiroşe  Mîrşinînên Erebî yên Yekbûyî, Urdun, Erebîstana Siûdî, Qatar, Bahreyn, Cezayîr û Tûnûs e.