Suryanî bi awayekî aktîf di şoreşê de cih digirin
Suryanî bi awayekî aktîf di şoreşê de cih digirin
Suryanî bi awayekî aktîf di şoreşê de cih digirin
Li bajarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê gelek Suryanî dijîn. Suryanî di sala 1900’î de hatine vê herêmê. Bi taybetî piştî qirkirina Ermeniyan hejmara kesên hatine kême.
Li navenda bajêr 3 katolîk, 3 Protestan, yek jî ya biratiyê bi giştî 7 dêr hene.
DÊRA BIRATIYÊ
Dêra Biratiyê ya ku 600 sal berê hatiye çêkirin, îro dêra herî navdar e. Navê xwe ji ayîna ku her rojên şeva Şemiyê bi tevlibûna Ermenî û Suryaniyên Xiristiyan pêk tê, digire.
Dêra din jî 3 sal berê hatiye temam kirin. Yek ji xebatkarên dêrê, dema me li dêrê digerîne, diyar dike ku çeteyan êrîşî dêrê kirine û wiha got: “Dêra li Deyr el Zor, rastî êrîşa DAIŞ’ê hat. Ger PKK û YPG tune bûya, dê ev jî wêran bikirana.
Taxa Suryanî, li gorî taxa Dêrikê baştir xuya dike. Di germahiya nîvro de li kolanan tu kes tune. Em dibin mêvanên Yaqob Henne.
Henne 66 salî ye. Midûrê Dibistana Navendî ya Dêrikê ye. Li ser wêjeya Erebî xebitiye. Li gel Suryanî û Erebî, Kurdî û Fransî jî dizane. Li Dêrikê Suryanî bi Kurdî diaxivin.
Henne hîndekar e û ji ber vê mijar jî dibe perwerde Suryaniyan. Henne diyar kir ku li dû Şoreşê xebatên perwerde û ziman ên Suryaniyan zêde bûne û got: “Ji bo dema nû ya perwerdeyê min pirtûka perwerdeyê ya bi Suryanî amade kir. Ji bo hemû perwerdeya Suryaniyan Suryankî xebatên me didomin.
Li gorî peymana civakî ya Rojava, zimanê fermî Kurdî, Erebî û Suryanî ye. Zimanê hevpar, Erebî ye. Niha beşeke mezin a mufredatê Erebî ye. Pirtûk ev 3 salên tên amadekirin. Armanc ev e ku her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.
ŞOREŞ Û GEL NÊZÎ HEV BÛN
Henne diyar kir ku rejîma Esad di nava gelan de polîtîkaya newekheviyê meşandiye lê bi ser neketiye û got: “Lê bi şoreşê re gel zêdetir nêz bûn. Niha ez xwe nêzî civakên din dibînim.
Birayê Henne, Îsa Henne jî di Dadgeha Gel de dixebite. Di dema rejîmê de ji ber ku ne endamên Partiya Baas bû, betal bû. Îsa Henne polîtîkaya cudakar a rejîmê wiha vedibêje: “Ji bo Ereban digotin alîgirên Saddam, bo Kurdan digotin alîgirên Barzanî, ji bo Xiristiyanan jî digotin Îsraîlî. Civak bi vî re jî ji hev vediqetandin.
Rawestgeha dawî ya li pey mala Henne, Partiya Yekîtiya Suryanî ye.
Partiya Yekîtiya Suryanî di 2005’an de hatiye avakirin û ew jî wek partiyên din di dema rejîmê de veşarîbû. Lîderê wê Saît Melkî bû. Ji 2012’an heta niha girtye. Aqûbeta wî nayê zanîn.
Berdevkê çapemeniya partiyê got: “Ger ez jî rastî leşkerên rejîmê bêm dê min jî bigirin.
DI HIKÛMETÊ DE 15 WEZÎR Û CIGIRÊN SURYANÎ
Partiya Yekîtiya Suryanî ji serî de di avakirina şoreşê de cih digire. Di hikûmetê de 15 Suryanî cih digirin. Ji van 4 wezîr in, ên din jî ciHh digirin.
Şêwirmendê çapemeniyê ji bo polîtîkaya rejîmê ya li ser Suryaniyan got: “Hebûna Suryaniyan bi dêran sînor bû. Dibistan û saziyên wan hatin sînorkirin. Di dema rejîmê de destûr dan parastina hebûna çandî lê pêkanîna wan a siyasetê qedexe kirin.
Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Rojava dijîn, hêzê rêxistinkirî ya gelan derxist holê.
Li gel partiya Suryaniyan, Meclîsa Leşkerî û hêza asayîşê jî heye. Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan tevlî YPG’ê bû. Sutorayî jî di nava hêzên asayîşê de cih girin.