Sûriyeyiyan bi nasnameya sexte deng bikar anîn

Li Dibistana Cengîzhan a navçeya Stenbol Kagithaneyê, 3 Sûriyeyiyan dema hewl didan bi bi nasnameya sexte deng bikar bînin, hatin zevtkirin. Ev rewş di raporê de hat nivîsandin.

Li Dibistana Cengîzhan a navçeya Stenbol Kagithaneyê, 3 Sûriyeyiyan dema hewl didan bi bi nasnameya sexte deng bikar bînin, hatin zevtkirin. Ev rewş di raporê de hat nivîsandin.

Li sindoqa bi hejmara 1064 a Dibistna Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy a li taxa Fatîhê ya Esenlerê, 2 jinên bi navê Ayşe Gulyilmaz û Elîf Aktaş, tevî ku navê wan di lîsteyê de tinebû jî hewl dan ji bo AKP'ê deng bikar bînin. HDP'yiyên bi rewşê hesiyan, bi rêya parêzeran rapor amade kirin.

Li Lîseya Emlak Konût a Bahçelîevlerê jî, pisûlayên dengan ên morkirî li sindoqa bi hejmara 1242'an hat dîtin.

Li Dibistana Osmangazî ya Bayrampaşayê jî li ser endamê desteya sindoqê yê AKP'yî çek hat dîtin. AKP'yî hat binçavkirin.

Li Dibistana Yedîkûleyê mora "Evet" bi qasî 2 saetan "winda" bû. Der barê mijarê de rapor hat nivîsandin.