Sûriyeyê envanteriya çekên kîmyewî pêşkêş kir
Sûriyeyê envanteriya çekên kîmyewî pêşkêş kir
Sûriyeyê envanteriya çekên kîmyewî pêşkêş kir
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) diyar kir ku piştî pêvajoya ku peynama di navbera Rûsya û DYA’yê de hat diyarkirin, Sûriyeyê envateriya çekên kîmyewî aşkera kiriye.
Navenda KSYO ku li Dan Haag (Lahey) di daxuyaniya xwe de got: “KSYO’yê lîsteya der barê bernameya çekên kîmyewî ya ji hikûmeta Sûriyeyê girtiye. Sekreteriya Teknîk niha agahiyan lêkolîn dike.
Di 14’ê îlonê de li Cenevreyê wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Amerîkayê John Kerry der barê îmhaya çekên kîmyewî de plan kiribûn. Di vê planê de hatibû destnîşankirin ku pêşkêşkirina lîsteya çekan hefteyek dem dê bê dayîn û heta navîna 2014’an tê hedefkirin ku çekên kîmyewî bê vekişîn.
Her çiqas lîsteya çekên kîmyewî ya ku Sûriyeyê daye pêngava yekemîn bike jiyanê jî nelihevkirinên trafîka dîplomasiyê ya krîza Sûriyeyê hêj çareser nebûne.
Dihat payîn ku roja yekşemê civîneke ku bernameya îmhaya çekên kîmyewî ya Sûriyeyê bê lêkolîn û ji bo peymana qedexekirina çekên kîmyewî ya di sala 1993’an de hatiye qebûlkirin, endamtiya Sûriyeyê bê bûlkirin, pêk bihata. Civîna ji aliyê KSYO ve dê pêk bihata taloqî dîrokek nediyar kirin.
Çavkaniyên dîplomatîk hat diyar kirin ku metna civînê ya navbera Amerîka û Sûriyeyê ne amade ye. Her wiha hat gotin ku civîna KSYO pêk neyê, ne mumkune ku Konseya Ewlehiya NY’ê biryarekê derbixe.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’ê John Kerry û wezîrê Karê derve yê Sûriyeyê roja înê hevdîtinek pêk anî. Kerry di hevdîtina telefonê de diyar kiriye ku ne tenê qebûlkirina rêbazên KSYO, di heman demê de biryarên tund û bi hêz yên ji NY’ê jî girîngin.
5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya NY’ê, ligel ku gelek civîn pêk anîn jî di mijara Sûriyeyê de biryarek negirtin. Di serî de DYA û Fransa û îtîfaqên wan dixwazin NY di biryara xala 7’emîn ya mijara mudaxaleya Sûriyeyê de cih bigirin. Lê Sûriye li dijî vê derdikeve.
Çîn ku endamê konseya Ewlehiya NY’ê ye roja înê daxuyaniyek da û diyar kir ku derbarê tunekirina çekên kîmyewî de lihevkirina DYA-Rûsyayê bila demildest bikeve jiyanê û hêviya xwe ya çareseriya siyasî jî anî ziman.