Sûriye: Tişta ku Tirkiye li Efrînê dike sûcê şer e

Di rûniştina Mafê Mirovan de ya li NY’yê axaftin hate kirin û hate gotin, Tirkiye hiqûqa navnetewî binpê kiriye, li Efrînê sûcê şer û mirovahiyê kiriye.

Rûniştina Mafê Mirovan a 38’an a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di heftiya duyan de li ofîsa NY’yê ya Cinêvê didome. Di rûniştina îro de Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyê ya Serbixwe bi mijara Gutaya Rojhilat rapora xwe da.

SÛRIYE: TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE

Piştî ku Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Sûriyê rapora xwe da nûnerên dewletan û saziyên rêxistina sivîl li ser raporê şîroveyên xwe kirin.

Nûnerê Sûriyê li ser rapora Komîsyonê axivî, bersiv da sûcdariyên li ser rejîmê. Nûner her wiha got Tirkiye li Sûriyê sûcê şer dike. Nûnerê Sûriyê got Tirkiye hiqûqa navnetewî binpê kiriye, bi vî rengî ketiye nav xaka Sûriyê û domand: ‘’Hûn liv ir dibêjin Sûriyê sûcê şer kiriye lê dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Tirkiye sûcê şer û sûcê dijî mirovahiyê dike. Ên ku li Efrînê dijiyan ne sivîl bûn?’’

 

 

,