Sûriye: Me wesayîteke leşkerî ya Israîlê îmha kir

Sûriye: Me wesayîteke leşkerî ya Israîlê îmha kir

Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku wesayîta leşkerî ya aydê artêş Israîlê li girê Golan   dema xeta agirbestê derbaskiriye, îmha kirine. Artêşa Israîlê jî diyar kir ku wesayîtê xerasek biçûk dîtiye û kes birîndar nebûne.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sana a Sûriyeyê  bûyer di 21’ê Gulanê de saet di 01.10’an de pêk hatiye. Artêşa Sûriyeyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî wiha got: “Wesayîteke artêşa Israîlê dema xeta sînor derbas dikir û berbi gundê Bîîr Acem diçû hate ji aliyê artaşa me ve hat îmhakirin.

Artêşa Suriyeyê da da zanîn ku piştî îmhakirina wesayîtê Israilê ji du fuzeyên termîk avêtine û  got van fuzeyan îsabetê cihekî nekirine.

Artêşa Israîlê jî diyar kir ku ji girê Golan sînorên Sûriyeyê hedef girtin û tu birîndarî çênebûne.