Sûriye li NY’yê giliyê Tirkiyeyê kir: Bila leşkerên xwe vekişîne

Rêveberiya Şamê, ji bo Tirkiye “Tevgera Mertalê Firatê” bi dawî bike bang li NY’yê kir. Rejîmê ragihand berovajî wê hêzê bikar bînin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Sûriyeyê de cih digirin, rejîma Esad daxwaz ji Neteweyên Yekbûyiyê (NY) kiriye ku ‘ Divê Tirkiye hêzên xwe yên dagirker ji xaka Sûriyeyê derbixînin.’

Di nivîsa gilîkirinê ya rêveberiya Sûriye ji bo NY’yê şandî de, hatiye diyarkirin ku berovajî vê wê hêzê bikar bînin.

 Di nivîsê de hatiye wiha hatiye gotin: “Piştîgiriya ku hûn didin rejîma Tirkiyeyê ku bûye sedam mirina bi hezaran zarokên bê guneh, binesaziya Sûriyeyê hate texrîbkirin”, bang li Neteweyên Yekbûyiyê hatiye kirin ku ji bo Tirkiye dev ji ‘Çalakiyên xwe yên êrîşkar bînin’ zextê li ser bikin.