Radestkirina Kerkûkê bi destê pêşmergeyan û bicihhatina planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê, di çapemeniya bi zimanê Elmanî de rê li ber şîroveyên cuda vekir. Yek ji rojnameyên sereke yên li Elmanyayê Suddeutsche Zeitungê, bûyerên piştî dagirkirina bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê rû da bi sernavê "Ji bo Kurdan serdema tarî" şîrove kir.
Nûçe-şîroveya rojnameyê ji aliyê nûçegihanê rojnameyê yê Qahîreyê Paûl-Anton Kruger ve hate nivîsandin. Di nûçeyê de bûyerên rojên dawî yên li Başûrê Kurdistanê bi rengê "Herêmên cihê nîqaşê bûn, ketin destê Bexdayê. Serxwebûn êdî xeyalekî gelekî dûr e" hate şîrovekirin.
Di şîrove nûçeyê de hat ragihandin, ku referandûma serxwebûnê ya meha bihurî pêk hat û 92,7 ji sedî dengê 'erê' jê re hate dayin, şûna xwe ji depresyonê re hiştiye û hat gotin, "Sê sal berê, DAIŞ bi 35 kîlometreyan nêzî Hewlêrê bûbû. Ji wê rojê û vir ve yekemcar e herêma Kurd ketiye nava krîza herî kûr."
Rojnameya Suddeutsche Zeitungê destnîşan kir, ku gotinên serxwebûnê yên rêveberiya Kurd hatine jibîrkirin, pêşmerge bêyî şer bikin xwe ji Kerkûka dewlemenda petrolê vekişandine û cesareta wan a şerkirinê şikestiye. Di nûçeyê de hat ragihandin ku alî ji roja Înê û vir ve propagandayê dikin û her kes hev du sûcdar dikin.
Di şîroveya rojnameyê de her wiha hat destnîşankirin, ku yek ji hêzên sereke yên mûxalîf ên Başûrê Kurdistanê Tevgera Goran, banga îstifayê li lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî kiriye.
'FIYASKOYA BARZANÎ'
Yek ji malperên sereke yên înternetê yên li Elmanyayê tê weşandin "Qantara" ku analîzên li ser Rojhilata Navîn û cîhana Îslamê cih digire, dagirkirina Kerkûkê bi sernavê "Fiyaskoya siyasî" ragihand.
Hat destnîşankirin, ku lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî bi referandûma serxwebûnê re rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji cîhanê îzole kiriye û têkiliyên bi rêveberiya Bexdayê re xistiye asteke xetere.
Di analîzê de hat ragihandin, ku Barzanî xwestiye referandûmê ji bo hesabên xwe yên şexs3ı weke amûreke desthilatdariyê bi kar bîne û hat gotin, "Lîstika referandûmê rê li ber encamên şaş vekir." Di nûçe analîzê de hat îdîakirin ku Barzanî di halê hazir de hem li hundir hem jî li qada navneteweyî îzole bûye.
ÇAPEMENIYA ELMAN ALÎKARIYA JI PÊŞMERGEYAN RE TÊ DAYIN NÎQAŞ DIKE
Medya Elman jî, piştî aloziya li Kerkûkê, alîkariya ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji pêşmergeyan re tê dayin kir mijara nîqaşê. Di şîrove nûçeyeke rojnameya Weser-Kûrîer de hat gotin, "Alternatîfa biçekkirina Kurdan, şandina hêzên xwe yên çekdar ji bo herêmê dibû." Bi vî rengî rexne li hikumeta Merkel hate kirin.