BrûkselDadgeh ku ji bo Komara Tirk û sûcên rayedaran darizîne hatî damezirandin wê 15-16’ê Adarê bicive. Dadgeh ji hêla Komeleya Demokratên Navnetewî, Komeleya Ji bo Demokratîk û Mafê Mirovan Ewropa, MAF-DAD a bi navenda Elmanya ya komeleya hiqûqnasan û insîyatîva Enstîtûya Kurd a Brûkselê ve hate avakirin.
Dadgerên Dadgeha Gel a Mayinde ji hêla gel ve hatine hilbijartin. Dadgerê Fransiz Phîllîppe Texîer wê seroktiyê ji dadgehê re bike ku ji 7 kesan pêk tê. Texîer ku 1987-2008’an endamê komîteya mafên aborî, sosyal û çandî ya NY’ê bû, her wiha şêwirmendê Dadgeriya Fransiz jî bû, di heman demê de di federasyona gelan a mafê mirovan a navnetewî de jî dixebitî. Li gel vê jî endamê Dadgeha Gel a Mayinde ye.
DADGEHEKE WIJDANÊ
Dadgeha Gel a Mayinde ku dadgeha wijdanê ye, cara pêşî 24’ê Hezîrana 1979;’an li Bolognayê hate avakirin. Modêla xwe ji Dadgeha Rûssel distîne, ku ji hêla Bertrand Rûssel û Jean-Paûl Sartre ve ji bo ku sûcên Amerîkayê yên li Vîetname darizîne hatibû avakirin. Ev dadgeh meşrûbûna xwe ji wê deklarasyonê distîne ku saziyê cuda yên navnetewî derbarê mafê mirovan qebûl kirine.
Di sûcên wiha de yên dijî gelan ku ti saziya darazê ya navnetewî nadarizîne û di rewşên wiha de ku ewlehiya serbixwe-bêalî nade Dadgeha Gela Mayinde bi rengê dadgeheke meşrû dertê holê.
Rewşa li Tirkiyê jî li van şertan digunce. Li gel gelek sûcên ku hatine kirin jî heta niha ne netewî û ne jî navnetewî mekazîmayeke pêbawer û serbixwe sazkar nebûye.
JI JERZEMÎNÊN HOVÎTİYÊ HETA BI KOMKUJIYA PARÎSÊ
Dadgeha Gel a Mayinde derbarê Tirkiyê li ser raporên navnetewî, dîmen, şahid, metaryalan, wê biryarên navnetewî yên weke Dadgeha Mafê Mirovan ji xwe re esas bibîne. Bi giştî li ser du pirsan wê raweste. Pêşî li ser sûcên şer. Bi taybetî jî êrîşên li ser sivîlan ên li Sûrê ya Amedê û Şirnex û Cizîrê bibe mijara darizandinê. Bi vê çarçoweyê wê komkujiyên ji berê û heta niha werin ronîkirin. Wê li pisporan û şehihan were guhdarîkirin. Di sûcên Sûr, Cizîr û Şirnexê de gelek jêder nîşan didin ku artêşa Tirk li dijî sivîlan tang, top û balafir bi kar anîne. Li van bajaran gelek hilweşîne çêbûn û bi sed hezaran mirov bi zorê hatin koçberkirin.
Dosyaya dî jî ya sereke ku wê li ser were rawestandin înfaza Parîsê ye ya 9’ê Çile ya 2013’an e ku yek ji Damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez bi berên ku di serê wan de teqandibûn hatibûn kuştin. Di îdîanameyê de rola îstîxbarata Tirk hatibû destnîşankirin, lê ji ber mirina bi guman a tekane gumanbar Omer Guney a li girtîgehê doz bi rengekî fiîlî hatibû girtin. Bi hezaran kuştinên kiryar nediyar ên li Tirkiyê jî wê werin rojevê. Di vê beşê de li ser îdîaya ku ev sûc ‘sûcên dewlete’ ne wê rasterast an jî ne rasterast dewlet berpirs were ditin.
BI SEDAN KES Û SAZÎ DESTEKÊ DIDINE DADGEHÊ
Îddîa wê raberî wan dadgeran wer kirin ku bi rengekî bê nîqaş xwedî otorîteyeke exlaqî û meşrû ne. Ji bo cihê danişînan avahiya Borsaya Xebatê ya li Parîsê hate hilbijartin. Tê payin ku bi sedan kes dozê bişopîne. Biryara li ser rûniştinan piştî bi 2 mehan Gulanê li ber Parlamentoya Ewropayê ya Brûkselê bi daxuyaniyeke çapemeniyê wê bi raya giştî re were parvekirin.
Nêzî 40 saziyên navnetewî û 300 şexs destekê dinde dadgehê. Di nav saziyan Weqfa Bertrand Rûselle û saziyên Japonî, Brêzîlî, Şîlî, Raunda û jig elek deveên dî hene. Di nea şexiyetan de jî Noam Chmsky, Debbîe Bookchîn, Margaret Owen û Davîd Graeber hene. Her wiha wê şandeyeke dadgehê jî hebe. Şandey ji 30-50 kesî wê pêk were.
BERSÛCÊ SEREKE ERDOGAN E
Di nav wan kesan de ku wê pêşî were darizandin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan heye. Di vê dadgehê de piranî wê sûcên serdema nêz werin darizandin, berpirsên sereke yên vê serdemê wê bibin bersûc. Şefê îstîxbaratê û fermandarê artêşê jî wê di nav wan rayedarên dewletê de bin ku werin darizandin. Ji bo ku aliyê dewleta Tirk parastina xwe bike hate vexwendin. Îdîaname hate hazirkirin û dane aliyan. Îdîaname ji 100 rûpelî pêk tê.
Di nav şahidan de ji Tirkiyê, Kurdistanê û Ewropayê gelek kes hene. Ev hem ji şahidên dema Erdogan pêk tê û hem jî rê dide ramanên pisporan ên derbarê sûcên Komara Tirk ê ji dema damezirîna wê ve het aniha.