Sucê xwendekarên tibê yên tên darizandin kurdbûn e

Sucê xwendekarên tibê yên tên darizandin kurdbûn e

Rûniştina doza 43 xwendekarên ku 13 jê di encama operasyonên 6ê hezîranê li Enqereyê di bi navê KCKê de pêk hatin de hatin girtin, dê 5ê berfanbarê (Kanûn) pêk bê. Serokê Giştî yê SESê Çetîn Erdolû bal kişand ku di bin vê pêkanînê de nasnameya Kurdbûnê heye û got: “Dixwazin 13 xwendkarên 6 meh in girtî ne, ceza bikin. Em vê qebûl nakin. Her wiha, sedemek din a vê yekê ew e ku dê ev xwendekar di pêşerojê de di qadên tenduristiyê de, di nava têkoşîna ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xizmetên tenduristiyê yên gel rabikin.”

Di çarçoveya operasyonên di bin navê KCKê de pêk tên, de roja 6ê hezîranê li Enqereyê gelek xwendekarên zanîngehên Gazî û Hacettepeyê hatin binçavkirin û hatin girtin. Rûniştina doza van xwendekarên tibê dê roja 5ê berfanbarê li Dadgeha Cezayê Giran a Herêma 13emîn pêk bê. 43 xwendekarên 13 jê girtî, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “di nava hiyerarîşka rêxistinên PKK/KCK de cih girtine û bi dilxwazî alîkarî dane van rêxsitnan” bên darizandin. Ji bo xwendekaran heta 15 sal cezayê girtîgehê jî tê xwestin.

Îdîanameya derbarê xwendekaran de ji 129 rûpelan pêk tê û hincetên darizandina xwendekaran jî têkiliya wan bi “Xwendekarên Tenduristiya Azad” a KCKê re hene, tevlî mitînga “Yek dil û yek deng” a bi desteka TTB û SESê roja 13ê adara 2011 pêk hat bûne, û di mitîngê de pankartên bi Kurdî û Tirkî yên “Tenduristiya bi Perwerde û Zimanê Zikmakî” vekirine. Ev mitîng jî weke “kiryara rêxistinê” hatiye hesibandin. Her wiha, hinceteke din jî ew e ku têkiliya wan bi Civata Tenduristiya Gel (HASAT) a Zanîngeha Hacettepyê re hene.

Xwendekaran li taxên Kurdan lêkolînên tenduristiyê kirine û ev yek jî weke “Xebatên KCKê” hatin nirxandin” bi vî awayî hate îdîakirin ku ev yek di çarçoveya xebatên Komîteya Tenduristiya Gel a Navenda Qada Tenduristî ya KCKê û Koordînasyona Komalên Ciwan a KCKê re hatine kirin. Her wiha axaftinên bi telefonê yên xwendekaran, axaftinên bi rayedarên SESê re jî di îdîanameyê de cih digirin.

Serokê Giştî yê SESê Çetîn Erdolû bersiv da pirsên nûçegihanê ANFê Îbrahîm Açikyet û got “Dixwazin 13 xwendkarên 6 meh in girtî ne, ceza bikin. Em vê qebûl nakin. Her wiha, sedemek din a vê yekê ew e ku dê ev xwendekar di pêşerojê de di qadên tenduristiyê de, di nava têkoşîna ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xizmetên tenduristiyê yên gel rabikin.”

SEDEMA SEREKE KURDBÛNA WAN E

Erdolû destnîşan kir ku mitînga herî mezin a di dîroka komara Tirk de 13yê adara 2011 pêk hat û 30 hezar kes beşar bûn û ji vana 10 hezar jî xwendekar bûn. Erdoglû da zanîn ku sedemek din a girtina xwendekaran ew e ku tevlî vê mitînga “Yek dil û Yek Deng” bûn.

Erdolû diyar kir ku piraniya xwendekaran xwendekarên fakulteya tibê bûn û got: “Ji ber ku ev xwendekar li mafên tenduristiyê yên gel xwedî derdikevin û ya herî girîng jî ew e ku ji ber nasnameya xwe ya Kurdewariyê li rastî operasyoneke wiha hatin. Tenê sedemek heye ku bikarin van xwendekaran bi pêkhateya KCKê ve girêbidin, ew jî ew e ku Kurd in.”

Erdolû diyar kir ku astengkirina zimanê ku mirov bikare xwe pê îfade bike nakeve tu nava tu têgînên mirovahiyê û got: “Amûra herî girîng a tenduristiyê perwerde û zimanê zikmakî ye.

Navên xwendekarên ku dê 5ê berfanbarê bên darizandin wiha ne:

“Tuncay Gokçen, Ahmet Demirel, Recep Kar, Zulkuf Akelma, Mustafa Karakurt, Ozgur Mert Bakan, Perişan Akan, Mustafa Akın, Mehmet Budak, Mehmet Aydın, Fatih Sultan Akın, Ahmet Karer Yurtdaş, Birhat Şimşek, Azad Ozdemir, Eren Ýlhan, Mustafa Karataş, Sedat Yıldırım, Laleş Tunç, Hakan Altındag, Alev Boz, Şeyhmus Ergin, Şengul Yıldız, Çaglan Çavuşoglu, Sera Şimşek, Ýbrahim Fuat Akgul, Serap Tutuş, Esat Yetkin, Gulçin Korkut, Şeyhmus Atik, Nurcan Duran, Danyal Gumuş, Turgay Top, Işın Çelik, Zakir Gezici, Akın Taş, Nurettin Tanrıverdi, Elif Bagrıyanık, Akif Çalişci, Fırat Kaya, Deniz Topçu, Hazel Delal Kara, Burak Taş û Baran Kılıç.”