Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû careke din mikur hat ku ew hewl didin dest deynin ser perçeyek ji axa Sûriyeyê. Soylû got, "Li Ezaz, Cerablûs û Mareyê qeymeqam, midûrê emniyetê û fermandarê me yê jendermeyan heye." Soylû bi vî regî careke din nîşan da ku tevî van herêmên navborî dixwaze Efrînê jî mîna Hatayê bi dewleta Tirk ve girê bidin.
Soylû li Denîzliyê di kongreya AKP'ê ya Merkezefendî axivî û got, "Em miletekî mezin ku li Cerablûs, Mare, Ezaz, El Bab, li qada ji 2 hezar kîlometreyêı me aramî pêk anî. Weke Wezîrê Karên Hundir dibêjim. Li Ezazê, li Cerablûsê, li Mareyê niha qeymeqamê me, midûrê me yê emniyetê û fermandarê me yê jendermeyan heye."