Suleyman Soylû hedef nîşan da, faşîstan êrişî Atay kirin

Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay, piştî ku ji aliyê Suleyman Soylû ve hedef hate nîşandan, bû hedefa êrişa faşîstan.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû doh li ser medya dîjîtal heqaret li Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlamenterê Hatayê Bariş Atay kir. Piştî heqareta Soylû, komeke faşîst êrişî Atay kir.

Komeke ji 5 kesan li Kadikoyê bi gotina 'xayinê welêt' êriş birin ser Atay. Atay li Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşayê hate dermankirin.

Di daxuyaniya TÎP'ê de hate gotin, "Alîkarê Serokê Giştî yê partiya me Bariş Atay, piştî ku di nava rojê de ji aliyê Suleyman Soylû ve hedef hate nîşandan, îşev bû hedefa êrişa komeke 'nediyar'."