Şoreşgerên Swêdî ji bo alîkariya çekan a ji YPG’ê re kampanya destpê kirin

Şoreşgerên Swêdî ji bo alîkariya çekan a ji YPG’ê re kampanya destpê kirin

Şoreşgerên Swêdî ji ber têkildarî êrîşên li hember Kobanê Rojavayî û Hikûmeta Swêd tenê wek temaşevan dimînin nerazîbûn nîşandan, ji bo çekan ji şervanên YPG-YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ şer dikin peyda bikin kampanyayek dan destpêkirin.

Koma sosyalîst a bi navê Arbetarmakt (desthilatdariya karkeran) nameyek ji tevayî sosyalîst, komunîst, kom û partiyên şoreşger, sendîka û komeleyên karkeran re şand da ku tevlî kampanyaya ji bo ji şervanên YPG-YPJ re çek bên peydakirin bibin.

Di nameyê de tê destnîşankirin ku çeteyên girêdayî El Qaîde 2 sal in, êrîşî Rojava dikin û ev meheke çeteyên DAIŞ Kobanê dorpêç kirine bi çekên giran hewl didin bajêr bixînin. Çekên sivik ên di destên YPG-YPJ de têr nakin êrîşên çeteyan paşde bidin.

Di nameyê de piştî tê gotin ku welatên Rojavayî xiyanet li Rojava kirine û tiştên rû didin tenê temaşe dikin wiha didome: “Lê belê em wek çepa Swêdî û navneteweyî naxwazin xiyanet bikin. Ji bo avakirina raya giştî xwepêşandan pêwîst in. Lê wê çeteyên DAIŞ nedin rawestandin. Li hember vê çekên giran dikarin DAIŞ bê bandor bikin. Ji ber vê çep ji bo çekan ji YPG’ya ku li Rojava bi qehremanî li ber xwe dide lê bi qasî tê xwestin çekên wan tune ne, çekan peyda bike biryar girtiye ku kampanyaya bexşê bide destpêkirin. Neteweyên Yekbûyî jî dîplomasiya Swêd jî û bombardûmana DYA azadiyê nayîne. Li hember vê têkoşîna çekdarî ya gelê Kurd û piştevaniya navneteweyî dikare vê bike.”