Şoreşa Rojava li Torontoyê hat pîrozkirin

Salvegera Şoreşa Rojava, li bajarê Toronto yê Kanadayê hat pîrozkirin.

Di çalakiyê de banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê hat kirin. Çalakgeran tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampa ji bo DAIŞ'ê li Teroyan tê çêkirin û rakirina destnedana parlamenteran şermezar kirin.

Di çarçoveya vê çalakiyê de ji kolana Yonge St. ku kolana herî dirêj a cîhanê ye, çalakgeran dest bi meşê kirin û heta ber avahiya Şaredariya Toronto meşiyan. Çalakî bi beşdariya 400 kesî pêk hat.

...