Snowden ji bo "Xelata Aştiyê ya Nobelê" namzet hat nîşandan
Snowden ji bo "Xelata Aştiyê ya Nobelê" namzet hat nîşandan
Snowden ji bo "Xelata Aştiyê ya Nobelê" namzet hat nîşandan
Endamê berê ye CIA Edward Snowden, ku ji ber qeydên înternet û telefonê yên bi milyonan mirovan li raya giştî eşkere kir, der heqê wî de bi dijderketina Qanûna Sîxuriyê ya DYE biryara girtinê hat derxistin, ji aliyê Professorê Swêdî Stefan Svalfors ve ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ve namzet hat nîşandan.
Professorê Sosyolojiyê yê Zanîngeha Umeå Stefan Svalfors nameyek ji "Komîteya Nobelê" ya li paytexta Norwêc Osloyê re şand û diyar kir ku tevî berdêla wê giran bû jî, Snowden bi helwesteke lehengî nîşan da ku hukûmeta Emerîkayê bi awayekî dij qanûnên netewî û navnetewî ragihandinên elektronîk ên li cîhanê şopandiye. Svalfors diyar kir ku Snowden bi vê helwesta xwe re kêm be jî cîhan kiriye cihekî hîn bi ewle.
Prof. Svallfors bal kişand ser rûniştinên 1945 ên Nurnbergê ku Nazî lê dihat darizandin û destnîşan kir ku gotina "Ez bi tenê li gorî fermanan tevgeriyam" li dijî azadî û mafên mirovan e. Svallfors raighand ku Snowden nîşan da ku weke welatiyekî ew dikare maf û azadiyan biparêze.
Svallfors da xuyakirin ku eger Xelata Aştiyê ya Nobelê di sala 2013'an de ji Snowden re were dayîn, wê di heman demê de prestîja Xelata Aştiyê ya Nobelê ku di sala 2009'an de di encama biryareke lezgîn û şaş de ji Serokê DYE Barack Obama re hatibû dayîn û êdî bi çavekî nebaş dihat dîtin, ji nû ve prestîja wê baş bike. Svallfors anî ziman ku bi biryareke weha re komîte wê nîşan bide ku amade ye maf û azadiyan biparêze.