Siyasetmedarên Swêdî: Divê dewleta Tirk leşkerên xwe vekişîne
Siyasetmedarên Swêdî diyar kirin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û gotin, "Divê dewleta Tirk leşkerên xwe tavilê vekişîne."
Siyasetmedarên Swêdî diyar kirin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û gotin, "Divê dewleta Tirk leşkerên xwe tavilê vekişîne."
Li paytexta Swêd Stockholmê siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên tevlî çalakiya ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk bûn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava şermezar kirin.
FORNARVE: DIVÊ LEŞKERÊN TIRK TAVILÊ BÊN VEKIŞANDIN
Alîkara Duyemîn a Serokê Parlamenta Swêdê û Parlamentera Partiya Çep Lotta Jonhsson Fornarve diyar kir ku leşkerên Emerîkî bi vekişîna ji herêmê re ji bo dagirkeriyê rê dane Tirkiyeyê û got, "Ti karê Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê nîne. Pêwîste Tirkiye leşkerên xwe tavilê vekişîne."
Fornarve destnîşan kir, rewşeke sosrete ku di peymana agirbesta navbera DYE û Tirkiyeyê de Kurd nînin û got, "Tê gotin ku agirbest pir caran hatiye binpêkirin. Bi rengekî eşkere şer didome."
HAMMARBERG: TIRKIYE SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ Û ŞER DIKE
Komîserê berê yê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê û Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Thomas Hammarberg diyar kir ku dewleta Tirk li Rojava sûcên li dijî mirovahiyê û şer dike.
Hammarberg diyar kir ku divê dinya li dijî sûcên Tirkiyeyê raweste û got, "Dixwazin Kurdan ji herêmê dûr bixînin û hin mirovên din li şûna wan bi cih bikin. Dixwazin sîstema demokratîk a pir serketî ye ji holê rakin. Ev yek ji bo Kurdan û Ewropayê trajediyeke mezine, divê ev trajedî bê rawestandin."
SJOSTEDT: DIVÊ BAKURÊ SÛRIYEYÊ JI FIRÎNÊ BÊ QEDEXEKIRIN
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt bi bîr xist ku li her devera dinyayê mirov daketine qadan û dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta DYE'yê şermezar dikin.
Sjostedt got, "Em zanin ku li her devera dinyayê dostên me hene ku êrîşên Tirkiyeyê, sûcên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Em dixwazin ku Bakurê Sûriyeyê weke herêmeke ku li firînê qedexe ye bê ragihandin. Divê pêkanîn li Tirkiyeyê bên ferzkirin."
KOSE: DIVÊ ÊRÎŞ TAVILÊ RAWESTIN
Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Serkan Kose diyar kir ku artêşa Tirk bi hemû hêza xwe bi rengekî tirsnak êrîşî bajar, gundên Kurdan dike û got, "Divê êrîşên leşkerî û dagirkerî tavilê bi dawÎ bibin. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Tirkiye sûcên şer kiriye. Divê ev yek bê lêkolîn. Divê ambargoya çekan tavilê li Tirkiyeyê bê ferzkirin."
Kose destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî şer rawestîne û aştiyeke mayinde pêk bîne ku gelên li herêmê ewle bin.
RÎAZAT: DIVÊ GEL ROJAVA BIPARÊZIN
Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî got, "Em hêvî dikin ku piştevaniya gelên dinyayê ya ji bo Kurdan wê bidome. Wê sîstema ku mafên mirovan û demokrasiyê pêk tîne biparêzin."
VARGAS: DYE'YÊ XIYANET LI KURDAN KIR
Parlamentera Partiya Çep Lorena Delgado Varas anî ziman ku Tirkiye hîn bêhtir êrîşkar dibe û got, "Em dibînin ku DYE'yê xiyanet li Kurdan kiriye."
Serokê Federasyona Kurd a Swêdê Keya Îzol û Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Şukran Kara jî nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriyê dan.