Siyasetmedarên Norwêcî: Divê Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve

Rêveberên Partiya Karker, Partiya Çep a Sosyalîst û Partiya Hawirdorê ya Keskan ên li bajarê Gjovîk ê li bakurê Norwêcê bang li Wezîra Karên Derve Îne Erîsken Soreîde kirin ku ji bo Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve bikeve nava hewldanan.

Banga siyasetmedaran li rojnameya Oppland Arbeiderbladê hate weşandin û hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li dijî peymanên navneteweyî ye.

Siyasetmedaran diyar kirin ku armanca dagirkeriyê tinekirina rêveberiya xweser ku bi pêşengiya Kurdan li Sûriyeyê hatiye avakirin û gotin, "Yên beriya her kesî li dijî Dewleta Îslamê li ber xwe dan Kurd bûn. Dinyayê li Kobanê dît ku Kurdan dewleta Îslamê têk birin."

Siyasetmedaran bi bîr xistin, ku Kurdan ev yek ne ji bo xwe lê ji bo dinyayê kir û diyar kirin, YPG'ê wezîfeya vehewandina penaberan û girtina DAÎŞ'ê jî hildaye ser milê xwe.

Her wiha diyar kirin ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk nabe ku hîn bêhtir mirov bên kuştin.

Ji hikumeta Norwêcê hate xwestin ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin û ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê kirine komîsyonek bê avakirin.

Ji Partiya Çep a Sosyalîst Sîgmûnd Hagen, Oda Solheîm Hammersted û ji Partiya Keskan Jorûnn Horeksdatter Pedersen û Anlaûg Seljeskog mohra xwe danîn binê banga hate kirin.