Siyasetmedarên Elman rastî gefa alîgirên DAIŞ'ê tên
Siyasetmedarên Elman rastî gefa alîgirên DAIŞ'ê tên
Siyasetmedarên Elman rastî gefa alîgirên DAIŞ'ê tên
DAIŞ û rêxistinên din ên selefî ku dixwazin komkujiyên li hemberî Kurdan dewam bikin, li Ewropayê gefê li siyasetmedarên ku li dijî komkujiyan derdikevin, dixwin. Hat ragihandin ku gelek siyasetmedarên li Elmanyayê ji aliyê DAIş û komên alîgirên wê ve tên tehdîtkirin.
Di nûçeya rojnameya Die Welt de cih ji gefên li karsaz û siyasetmedarê bi navê Tobias Huch ê li eyaleta Rheinland-Plalzê dijî û Parlamenterê Parlamenta Eyaleta Hessenê Îsmaîl Tîpî hatine xwarin, hat veqetandin. Li gorî nûçeya rojnameyê, ji hin siyasetmedarên li Elmanyayê re bi rêya înternetê maîlên gefxwarinê hatine şandin û di medya civakî de bi pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên weke 'serjêkirina mirovan' gef li wan tê xwarin.
Karsaz Tobias Huch ku di heman demê de rêveberê rêxistina ciwanan a Partiya Demokratên Lîberal (FDP) a eyaletê ye, piştî komkujiya li Şengalê gefên lê tê xwarin zêde bûn. Komên selefî yên radîkal ên di meya civakî de xwe birêxistin kirine, Huch xistin hedefa xwe. Huch ji bo ava vexwarinê bibe j penaberên li Başûrê Kurdistanê alîkariyek ji 300 hezar Euroyî berhev kiribû.
Tobias Huch ji rojnameyê ra axivî û diyar kir ku gefê tên xwarin bi giranî ji selefiyê bi eslê xwe Elman Pierre Vogel û derdora wî tê kirin.
"DIXWAZIN SERÊ MIN JÊ BIKIN, KEVIRAN BIAVÊJIN MIN Û MIN BI DARVE BIKIN"
Di nûçeya rojnameya Die Welt de hat ragihandin ku endamê Parlamenta Eyaleta Hessenê Îsmaîl Tîpî jî rastî gefa selefiyên alîgirên şîdetê hatiye. Tîpî ku bi dijderketina li komên selefî yên radîkal ên li Hessenê tê zanîn di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameyê de got, "Hema bêjin her roj gef li min tê xwarin. Sînorê fantaziya gefên li min tên xwarin nîne. Selefî di gefên xwe de dibêjin, dixwazin serê min Jê bikin, keviran biavêjin min û min bi darve bikin. Her wiha hîn bêtir daxwazên xwe yên ji bo kuştinê tînin ziman."
Îsmaîl Tîpî bang li siyasetmedarên rastî gefa selefiyan hatine kir ku serî li hiqûqê bidin. Selefiyê bi navê Sabrî bîn Abda yê berê gef lê dixwar, di mehên havînê de bi cezayê pereyan hatibû cezakirin.