Çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên li Elmanyayê) ku xwe bi navê "Klûba Boksê" bi rêxistin dikin, li Elmanyayê bû mijara nîqaşê. Ev çeteya ku çend roj berê rojnameya "Stûttgartera Nachrîchten" û televîzyona ZDF di bernameya xwe ya bi navê "Frontal 21" de xistin rojevê, tê xwestin ku têkiliya vê komê bi rejîma AKP'ê re bi rengekî cidî bê lêkolîn.
Tespît bûbû ku wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ê nêzî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e, ji bo kirîna çekan gelek caran pere daye lîderên çeteya "Osmanen Germanîa". Piştî ku agahî û belgeyên li ser vê çeteyê di çapemeniya Elman de hatin weşandin, yekîneyên ewlekariyê neçar man ku li ser vê koma çete lêpirsînê veke.
Cihê ku ev çete lê çalak e eyaleta Baden-Wurttemberg e. Midûrê Emniyetê yê vê eyaletê Klaûs Zîwey da xuyakirin, wê bê lêkolîn bê ev çete li derveyî welat tê kontrolkirin yan na. Rayedarê ewlekariyê anî ziman,"yekîneya têkoşîna li dijî terorê ya navneteweyî" ya ser bi rêxistina emniyetê ya eyaletê (BKA) jî wê tevlî vê lêpirsînê were kirin û işaret bi rola saziya bi navê ÛETD kir.
SIYASETMEDAR DIXWAZIN BÊN ŞOPANDIN Û QEDEXEKIRIN
Midûrê Emniyetê Klaûs Zîwey diyar kir ku Yekîtiya Demokratên Tirk a Ewropî (ÛETD) ku saziya lobî ya AKP'ê ya li Elmanyayê ye, têkiliya xwe bi vê çeteyê re heye.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Baden-Wurttembergê Thomas Strobl got, "Ne ya qebûlkirinê ye ku hikumeat Tirk tevlî karên navxweyî yên eyaleta me bibe."
Koma Partiya Keskan a li meclîsa eyaletê jî duh pêşniyarpirsek pêşkêş kir û ji rêveberiya eyaletê pirsî bê bi têkiliya navbera "Osmanen Germanîa" û ÛETD dizanin yan na. Serokê koma Keskan Hans-Ûlrîch Sckerl xwest, yekîneyên îstîxbaratê û ewlekariyê hemû derfetên xwe bi kar bînin û lêpirsîneke berfireh bi rê ve bibin.
Rayedarê Partiya Keskan bal kişand ser agahiyên ku nîşan didin ku AKP fînansorê "Osmanen Germanîa" ye û got, "Fînansekirina êrîşên li dijî Kurd û mirovên bi rengekî vekirî li Elmanyayê nêrînên xwe tînin ziman, ne ya qebûlkirinê ye."
Serokê Koma Partiya Demokratên Azad (FDP) ya eyaleta Baden-Wurttembergê Hans-Ûlrîch Rulke jî xwest ÛETD li gelemperiya Elmanyayê bê şopandin û piştre were qedexekirin. Daxwazeke din bi heman rengî ji nûnerên partiyên din ên li meclîsa eyaletê hat.